Çeteyan kalemêrekî efrînî revand

Kalemêrekî ji Efrînê ku ket xefka propagandaya ENKS′ê û vegeriya gundê xwe yê li Efrînê ji aliyê çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.

Çeteyan kalemêrekî efrînî revand
27 tebax, 2023   10:00
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Bekir Reşîd Miqdad (70) di 21′ê Tebaxê de ji gundê wî Qerebaba yê navçeyê revandiye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, Miqdad li ser bangên derew ên ENKS′ê vegeriya Efrînê û dema gihîşt gundê xwe hat revandin.

Çarenûsa wî heta niha jî nayê zanîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adara 2018′an de Efrîn dagir kir û zêdetirî 400 hezar xwecihên herêmê da koçberkirin. Koçberên berê xwe dane Şehbayê li kampên ku Rêveberiya Xweser ava kirine bi cih dibin. Qismekî wan jî li bajarê Heleb, herêmên Firat û Cizîrê bi cih dibin.

(fr/c)

ANHA