Hikumeta Şamê bi çekan dest li xwepêşandanan werdide

Hat ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Derayê gule li xwepêşandêrên reşandine, li gundewarê Şamê jî tevgera xwe zêdetri kirine.

Hikumeta Şamê bi çekan dest li xwepêşandanan werdide
26 tebax, 2023   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê ji bo belavkirina xwepêşandêrên li bajarê Senemên ê bakurê Derayê gule li wan reşandine. SOHR`ê ragihand ku hikumeta Şamê li bajarê Cermana yê gundewarê Şamê jî tevgerên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.

Xwepêşandanên ku 20`ê Tebaxê li Siwêdayê dest pê kirin, hê jî dewam dikin. Xwepêşandan ji ber rewşa jiyanî ya xiarb û çaresernekirina aloziya Sûriyeyê ji aliyê hikumeta Şamê ve tên lidarxistin. Herêmên din ên Sûriyeyê û di serî de eşîrên li başûrê Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriyê didin van xwepêşandanan.

(c)