Rojnameyên erebî îro: Şam ji berfirehbûna protestoyan bi fikar e

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da protestoyên gel li herêmên Sûriyeyê û pêşbirka Amerîka-Çînê li Asyayê.

Rojnameyên erebî îro: Şam ji berfirehbûna protestoyan bi fikar e
26 tebax, 2023   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê protestoyên gel ên li parêzgeha Siwêda ya Sûriyeyê de bi sernavê “Çav li Lazîqiyê ne” nûçeyek weşand. Di nûçeya rojnameyê de bal hat kişandin ku rayedarên Şamê bi fikar in ku xwepêşandanên ku “rejîma Sûriyeyê” nikare wan kontrol bike li herêmên berava Deryaya Spî jî belav bibin. Hat bibîrxistin ku bi piranî “kêmneteweya elewî” ku Beşar Esed bi xwe jî ji wir e, li wê herêmê bi cih dibin. Di nûçeyê de bangawaziyên aktîvîstan ên girevê jî hatin bicihkirin. Di dewama nûçeyê de hat gotin ku ev yek piştî xwepêşandanên li gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê yên banga “hilweşandina rejîmê” û piştgiriya gireva li parêzgeha Siwêdayê dikin û girtina piraniya rêyan li Derayê, pêk tê.

PÊŞBIRKA AMERÎKA-ÇÎNÊ LI ASYAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da pêşbirka Amerîka-Çînê li Asyayê û di nûçeya xwe de bal kişand ku Amerîkayê hêza xwe ya leşkerî û têkiliyên xwe bi dewletên başûr rojhilatê Asyayê re zêdetir kirine. Di nûçeya rojnameyê de hat bibîrxistin ku wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku welatê wî piştgiriyê dide nûkirina artêşa Endonezyayê û hat destnîşankirin ku yekîneyên hêzên deryayî yên Amerîkayê “Marines” tevî hêzên Awistraliya û Fîlîpînê ji bo vegerandina girava li beravê bakur rojavayê Fîlîpînê ya li hember deryaya başûrê Çînê ku di bin serweriya hêzên dijber de ye, tatbîqat pêk anîne. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li gel van geşedanan pêşbirka Amerîka-Çînê li herêma Okyanûsa Mezin û Okyanûsa Hindî zêdetir dibe.

(c)