Li Helebê liv û tevgera zêde ya hêzên hikumeta Şamê

Piştî belavbûna xwepêşandan li deverên cuda yên Sûriyeyê, hikumeta Şamê hêzeke zêde li derdora Zanîngeha Helebê belav kiriye.

Li Helebê liv û tevgera zêde ya hêzên hikumeta Şamê
Li Helebê liv û tevgera zêde ya hêzên hikumeta Şamê
Li Helebê liv û tevgera zêde ya hêzên hikumeta Şamê
26 tebax, 2023   10:00
HELEB

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Helebê dane, hikumeta Şamê endamên şaxê ewlehiya dewletê, ewlehiya leşkerî û şaxê îstîxbarata giştî, tevî endamên Feyleq El Baas a girêdayî Feyleq a 5'an li derdora Zanîngeha Helebê bi cih kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku tevgera ji aliyê hikumeta Şamê ve piştî belavbûna agahiyan li ser amadekariyên xwepêşdanan, dest pê kirin.

Sewqiyeta hêzên Şamê yên li Helebê ji erebe, tevahî alavên danîna bendên bitevger û alavên kontrolkirina nasnameyan pêk tê. Çalakvanan ev tevger wekî gaveke ji bo tirsandina şêniyan dibînin da ku nehêlin şênî piştgiriyê bidin xwepêşdanan ku ji 20'yê Tebaxê ve li Siwêdayê dest pê kirine.

Li gorî şêniyên Helebê, koma Feyleq El Baas komeke leşkerî ya girêdayî Feyleq a 5'an a artêşa Sûriyeyê ye. Ev kom di sala 2012'yan de ji aliyê fermandarên Partiya Baas Hîlal Hîlal ve hat avakirin, ku  komên leşkerî yên Baasê tev li hev kirin. Şêniyan diyar kir ku çarçoveya baweriyê ya Feyleq El Baas ji Dîfa El Wetanî ne cûda ye.

Hate ragihandin ku beriya 2 rojan li taxên Ferdos û Selahedîn ên Helebê xwepêşandan li dijî rewşa debarê hatin lidarxistin. Lê xwepêşdanan bi hêza çekê ji aliyê endamên îstîxbarata hikumeta Şamê ve hatin têkbirin.

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê biryar da ku destûrê (bêhnvedan)nede tevahî efserên hêzê.

(bb)

ANHA