Li Girê Spî polîtîkayên guhertina demografîk bê navber dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker 100 kesên din li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Li Girê Spî polîtîkayên guhertina demografîk bê navber dewam dikin
25 tebax, 2023   19:32
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker 100 penaberên sûriyeyî  yên ku li Tirkiyeyê diman, di deriyê sînorî re vegerandin Girê Spî ya dagirkirî.

Dewleta Tirk 100 penaberên bi darê zorê vegerandine  radestî çeteyên "Polîsên leşkerî" kirin da ku li malên koçberan werin bicihkirin.

Bi vê yekê hejmara penaberên ku di vê mehê de li Girê Spî  hatine bicihkirin bû hezar û 311 penaber. 

Ji Nîsana îsal an ku ji dema rayedarên Tirk vegerandina penaberên Sûriyeyê ragihandine ve, zêdetirî 24 hezar penaber bi darê zorê li Girê Spî hatine bicihkirin.

ANHA