Daîreya Têkiliyên Derve bersiva daxuyaniya hikumeta Şamê da

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ′tawanên′ di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê de li ser serdana şandeyeke Fransî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatin kirin, derewandin û bang li Şamê kir ku dev ji vê xîtabê berde û deriyên xwe ji bo diyalogeke cidî û aktîf veke.

Daîreya Têkiliyên Derve bersiva daxuyaniya hikumeta Şamê da
18 tîrmeh, 2023   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê ku di 18′ê Tîrmehê de li ser serdana şandeyeke Fransî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re belav kiriye, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê ku di 18′ê Tîrmehê de li ser serdana şandeyeke Fransî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re belav kiriye û axaftina wezaretê li ser agahî û hûrgiliyên xîtabên wê yên tu têkiliya xwe bi rewşê re tune ne, em Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser van hemû tawanên di daxuyaniya wan de hatine red dikin. Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ev proje projeyeke qutbûnê ye. Lê em diyar dikin ku projeya me neteweyî û Sûriyeyî ye û tu têkiliya xwe bi çi projeyeke li dijî Sûriyeyê, yekitiya wê û gelê wê tune ye.

Der barê axaftina li ser pêwîstiya têkoşîna li dijî terorê bi rêya Şamê de, di daxuyaniya wê de bi awayekî aşkera li dora rastiyan dizîvire û vedişêre. Gelê me li dijî terorê li ber xwe da û hîna jî bi derfetên xwe û destkeftiyên xwe yên neteweyî û sûriyeyî li ber xwe dide. Cîhanê tevahî şahidê destkeftiyên gelê me û QSD′ê yên li dijî terorê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ye. Tu kes nikare vê yekê înkar bike. Têkoşîna me herêmên fireh ên Sûriyeyê ji terorê, parçekirin û berjewendiyên mezbehî parast; ji sînorê Sûriyeyê-Tirkiyeyê bigire heta bi Dêrazorê, sînorê Iraq, Reqa û Minbicê. Diviyabû Şam bi cidî li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst, dagirkirin, guhartina nasnameya dîrokî, mirovî û çandî yên herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bisekniya.

Hevdîtina bi şandeya Fransî re di çarçoveya xizmetkirina îstîqrarê bi firansiyan re û di çarçoveya baldariya me Ii ser pêkanîna me ya erka xwe ya Sûriyeyî de bû. Ev xîtab û reftar ne metinqî ne û armanca wan reşkirina çalakiya me û hewldanên me bi tevahî aliyan re ye ku em dixwazin îstîqrar û ewlehî li Sûriyeyê çêbibe.

Em vê xîtabê qebûl nakin, divê Şamê deriyên xwe ji bo diyalogeke cidî û aktîf veke û tiştê derketiye jî nakeve xizmetî çareserkirina Sûriyeyê.

Em bang li Şamê dikin ku dev ji vê xîtabê berde û bi rewşa Sûriyeyê bifikre û ji wê zihniyeta xwe ku hîna tu pêşketin di rêveçûna çareseriyê de pêk neaniye, derkeve."

(fr)