′Şoreşa Rojava bi navê YPJ′ê gihîşt wateya xwe ya rasteqîn′

Fermandariya Giştî ya YPJ′ê der barê salvegera Şoreşa 19′ê Tîrmehê, daxuyaniyek da û got, "Weke YPJ’ê em ê jî di oxira doza azadiya gelê xwe de her dem li pey van nirxên xwe yên pîroz bin û  ‎ji bo mayîndekirina şoreşê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li ser van hîman salvegera şoreşa jin û ‎gelan a 19’ê Tîrmehê di serî de li gelê herêmê û  tevahî civakên azadîxwaz pîroz dikin. "

′Şoreşa Rojava bi navê YPJ′ê gihîşt wateya xwe ya rasteqîn′
18 tîrmeh, 2023   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ′ê bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:‎

"Têgeha şoreşa gelan a li ser axa Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû afirand. Di demên ku herêm ji ber polîtîkayên rejîma Baasê û hêzên hegemon di nava qeyranê de bû, weke gel derfetên çarenûsa xwe bi xwe diyarkirinê  derkete holê.  Li ser vê bingehê jî me bi ked û têkoşîneke mezin, biryara avakirina pergala konfederalîzma demokratîk da. Bê ku em piştevaniya tu hêzêkî din bigirin, me bi hêza xwe ya cewherî û bi baweriya xwe ya ji jiyana azad re gav bi gav axa xwe ya ku bi  desthilatdarî û êrişên  hegemonan re rû bi rû bû, ji hemû polîtîkayên qîrkirinê parast û rizgar kir.

Di tevahiya şoreşên ku li cîhanê pêk hatine de, heta dawiyê berjewendiyên gel û civakan nehatiye parastin. Lê Şoreşa Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê paradigmaya civakeke ekolojik, demokratîk û azadîxwaziya jinê ji xwe re kir bingeheke esasî, ji ber wê jî îro li erdnîgariya me têgeha şoreşê li gorî cewhera xwe ya heqîqî bi wate bû. Li ser vê hîmê jî YPJ′ê weke hêzeke sereke berpirsiyartiya peşerojeke azad a civaka xwe bi dilekî wêrek da ser milên xwe. Di destpêkê de cihgirtina jinan a di nava YXK-YPG′ê de ji bo rêxistinkirina jin û gelan roleke diyarker lîst û di heman demê de rotayeke rast da hêzên parastinê da ku ji bo berjwendiyên gelan bi rêbazên rast têkoşîna xwe bilind bikin. Helbet cihgirtina YPJ’ê di nava hêzên parastinê de, bû modelek. Me di şênberiya Şoreşa Rojava de dît ku ger hevrêtiyeke rast a jin û zilam pêk were, encax wê demê şoreş dikarin bikevin bin xizmeta gelan. Di heman demê de şoreşê bi vê yekê re şêwazê jiyana wekhev û azad a civakan îfade kir. Bi şoreşa jin a Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê re jinan careke din wateya hebûna xwe ya ku bi hezaran sal in, ji aliyê destê zilamên serdest ve hatibû dizîn, nû da bi dest xist. Bi rêxistinkirina gel heta perwerdekirin û di warê leşkerî de xwepêşxistina jinan, di çarçoveya xeta parastina rewa de li hemberî hemû dagirkerî û êrîşên heyî asteke têkoşînê ya bê eman danî holê.  Hebûna jin a di qada şer de li ser bingeha nirxên xwe yên civakê parastinê pêş ket. Şervanên YPJ′ê li ser van nirxan di qada şer de bi pîvanên şerê gel ê şoreşgerî parastina nasname, hebûn, ziman, çand û vîna azad a gelê xwe kir. Ji bo wê jî Şoreşa Rojava bi navê YPJ′ê gihîşt wateya xwe ye rasteqîn.

Li hemberî hemû destdirêjî û polîtîkayên tûnekirina vîna azad a gelê me, wê YPJ′ê weke hêzeke sereke têkoşîna xwe ya bê eman û bê rawestin bidomîne. Me 11 salên ku di nava xwe de têkoşîn, berxwedanî, qehremanî û rihê fedayîtiyeke pir mezin dihewîne, li pey xwe hîşt. Helbet di nava vê serpehatiyê me ya li nava Şoreşê de, gelê me her dem li kêleka me bû. Ya ku hîşt  Şoreş pêk were yekitiya gelan bû. Ji ber wê jî cardin wê ji bo domandin û mayîndekirina Şoreşa Jin a Rojava rihê yekitiya gelan rolekî diyarker bilêyize.

Gelek fermandarên me yên pêşeng  û şervanên me yên hêja giyanê xwe diyarî Şoreşa Jin a Rojava kirin. Weke YPJ’ê em ê jî di oxira doza azadiya gelê xwe de her dem li pey van nirxên xwe yên pîroz bin û  ji bo mayîndekirina şoreşê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li ser van hîman salvegera şoreşa jin û gelan a 19’ê Tîrmehê di serî de li gelê herêmê û  tevahî civakên azadîxwaz pîroz dikin.