Şehîd Mistefa di salvegera xwe ya 7’emîn de hate bibîranîn ‎

Ji bo derxistina rûyê heqîqet û derxistina rastiyê ji raya giştî re Mistefa bê navber têkoşîn ‎kir û di 18’ê Tîrmeha 2016’an de di operasyona rêzgarkirina Minbicê de şehîd bû.

Şehîd Mistefa di salvegera xwe ya 7’emîn de hate bibîranîn ‎
Şehîd Mistefa di salvegera xwe ya 7’emîn de hate bibîranîn ‎
Şehîd Mistefa di salvegera xwe ya 7’emîn de hate bibîranîn ‎
Şehîd Mistefa di salvegera xwe ya 7’emîn de hate bibîranîn ‎
Şehîd Mistefa di salvegera xwe ya 7’emîn de hate bibîranîn ‎
Şehîd Mistefa di salvegera xwe ya 7’emîn de hate bibîranîn ‎
18 tîrmeh, 2023   18:15
KOBANÊ

Mistefa Mihemed ji gundê Yabisê yê girêdayî Girê Sipî ye, Mistefa Beşa Raghandinê li ‎zanîngehê Şamê bi dawî kiriye û di sala 2015’an de jî tev li ragandinê bû. Mistefa ji bo ‎derxistina rûyê heqîqetê bê navber têkoşîn kir. Di hemleya Minbicê ya li dijî Terora DAIŞ’ê de ‎Mistefa şehîd bû.‎

Mistefa ji bo ragihandina azad bû pêşeng û bi sedan rojnemevan rêya wî dişopînin û hêviyn ‎Mistefa û şehîdên ragandinê yê nîvçomayî di wê rêyê de rêwîtiya heqîqtê dikin.‎

Bi dehan rojnemevanê herêma Firatê ji bo bîranîna şehîd Mistefa berê xwe da Goristana ‎Şehîd Dicle ya li başûrî Kobanê û şehîd Mistefa di 7 saliya wî de bi bîr anîn. ‎

Li goristanê, Hevserokê Yekitiya Raghandina Azad Dilyar Cizîrî axivî. Dilyar got: "‎em soz didin ku em ê heta dawiyê rêya Mistefa bişopînin. Mistefa bi cesaret û ‎qehremantiya xwe dihat naskirin. Mistefa bi kamîre û pênûsa xwe gelek kêliyên têkoşîna ‎azadiyê belge kirin. Di her cihî de ji bo derxistina heqîqetê bi şervanan re kêlî bi kêlî di ‎çeperên şer de bû."‎

Cizîrî di dawiyê de got li Bakur Rojhilatî Sûriyê şehîdan xeta azadiyê afirandin û wiha domand: "Mînaka ‎tekane ya çareseriya Sûriyê û Rojhilata Navîn ew xeta şehîd û bingeha fikir û felsefeya ‎Rêber Apo ye. Îro eger em xwedî gelek saziyên raghandinê ne ew jî bi saya têkoşîna ‎şehîdan ne. Destpêka vê berxwedanê jî Rojnameya Serxwebûn e ku bi Mazlûm Doxan ‎dest pê kir. Va ye bi Mistefa jî berdewam kir û hîna jî berdewam dike."‎

Rêhevala şehîd Mistefa û nûçegîhana ajansa ANHA Dicle Ehmed axivî û wiha got: "Dema ku ‎Mistefa dest bi kar kir, berpirsyariya şoreş bir ser milê xwe. Em wek rêhevalên şehîd ‎Mistefa soz didin ku em ê hêviyên wî pêk bînin. Em wê sozê didin ku em bibin dengê ‎rastî û berxwedanê. Em ê xwedî li keda şehîdan û berxwedana Şoreşa Rojava derkevin. ‎Em soz didin ku bi kemîreya xwe rêya Mistefa bidomînin û rêya wî bişopînin."‎

Piştre rojnemevan û malbata şehîd berê xwe da ser gora şehîd Dilîşan Îbiş û bi bîr anîn.

ANHA   ‎