​​​​​​​Li Yemenê Cejna Qurbanê çawa derbas bû?

Li gel şer û aloziyên aborî û tenduristiyê, xelkê Yemenê mîna salên borî Cejna Qurbanê pîroz kir û hêvî kir ku şer û aloziya li welat bi dawî bibe.

​​​​​​​Li Yemenê Cejna Qurbanê çawa derbas bû?
1 tîrmeh, 2023   04:35
YEMEN

Li Yemenê şer û dorpêça aborî hîna bandorê li boneyan dikin û  bi awayekî neyînî bandor li hestên şadiyê yên zarokan, kesên temenmezin, bazirgan û welatiyan dikin.

Li Yemenê hema bêje atmosfêra cejnê tune ye. Bi hinekan re pere tune ye ku cilên nû ji zarokan re bikirin, hinên din jî pêdiviyên pêwîst ên cejnê bi dest nexistin. Ji ber şer û şert û mercên dijwar û qutbûna domdar a fonan ku zêdetirî 5 salan in dewam dikin, ayînên pîrozkirina cejnê veguherîn êşeke.

Welatiyan hêvî kir ku şer û dorpêça aborî bidawî bibe, bender û balafirgeh werin vekirin û mûçeyên xwe bi dest bixin. Her wiha diyar kirin ku ji ber dorpêçê aborî û nedayîna mûçeyan êdî welatî nikarin pêdiviyên pêwîst bikirin.

 (şx)

ANHA