​​​​​​​Li Kobanê şehîd Zîlan hat bibîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bîranîna şehîd Zîlan li dar xist. Di bîranênê de hate gotin: "Zîlan ji dijmin re îsbat kir ku tu kes nikare gel qir bike."

​​​​​​​Li Kobanê şehîd Zîlan hat bibîranîn
30 hezîran, 2023   19:43
KOBANÊ

Bîranîn li qada Jina Azad a Kobanê bi amadebûna bi sedan ciwanan hat lidarxistin.

Di bîranînê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û bi bîr xist ku 30'ê Hezîranê şehîd Zîlan canê xwe ji bo gel feda kir û ji dijmin re îsbat kir ku tu kes nikare gelê berxwedêr qir bike.

Macîde Hesûn got: "Bi saya fikrê rêbertî û şehîdan em nêzî azadiyê dibin."

Piştî axaftinan koma Şehîd Barîn a stranan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê stran gotin û Koma Nûjiyan dîlan pêşkêş kir. Li ser jiyana şehîd Zîlan jî sinevîzyonek hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA