Banga ‘Ji bo jiyanek azad em dijî tecrîdê têbikoşin’

Endamên Komîteya Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan gotin; “Çawa ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan zêhna me ronî kir, azadiya wî ya fizîkî jî dê jiyana me ronî bike.” û dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Banga ‘Ji bo jiyanek azad em dijî tecrîdê têbikoşin’
30 hezîran, 2023   23:38
​​​​​​​MINBIC

Endamên Komîteya Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî pergala îşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê, girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, qedexekirina hevdîtinê, her wiha nedana agahiyên der bare rewşî wî de ji ANHA'yê re axivîn.

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê Mihemed Husam El Şewax got: “Tecrîd li ser rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan bi hinceta cezayên dîsplînê ji 25`ê Adara 2021`an ve berdewam e. Tevî ku daxwaznameyên serdanê hefteyê 2 caran têne pêşkêşkirin, lê desthilata Tirkiyeyê nahêle parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî serdana wî bikin.”

El Şewax diyar kir ku wek her car ji bo domandina tecrîdê dewleta Tirk hincetên derqanûnî diafirîne û got, ev yek gumanên der barê tenduristiya wî de çêdike nemaze ku temenê wî niha 74 e û pêwîstiya wî bi eleqedariyê heye.

El Şewax girîngiya xurtkirina çalakiyên li dijî tecrîdê destnîşan kir û got: “Divê xelkê herêmê ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan azad bûye çalakiyên li dijî tecrîdê zêde bikin ji bo ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”

Her wiha El Şewax bal kişand ser tecrîdê ku di vê dawiyê de girantir bûye û wiha axivî: “Ji ber ku naxwazin fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bibe tecrîdê giran kirin. Em dizanin her çiqas fikrê Rêbertî belav bibe, fêlebaziya hikumeta Tirkiyeyê jî zêde dibe, ji ber ku dizane ev fikir dê xewnên wê yên firehkirinê bi dawî bike. Ji bo wê jî, hewl dide ku bi girankirina tecrîdê û hedefgirtina kesên bi fikirê wî bawer in, vî fikrî tune bike.”

Hiqûqnas û endama komîteyê Sîham Mistefa anî ziman ku bi girankirina tecrîdê dixwazin rê li ber belavbûna fikr û felsefeya Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn bigirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hêzên kapîtalîst bi fikar in ku gelên herêmê bi fikrê Rêbertî azadiya xwe bi dest bixin.”

El Şewax jî got azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên herêmê, xaleke girîng e. Sîham diyar kir ku di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, azadiya gelan, parastina îstiqrara herêmê û jiyana hevbeş veşartî ye.

El Şewax da zanîn ku hêzên komploger ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk ji hevgirtin yekitî, biratiya gelan, wekhevî û qebûlkirina hevdû ditirsin. Ji bo wê jî, El Şewax bang li gelan kir û got: “Çawa ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan zêhna me ronî kir, azadiya wî ya fizîkî jî dê jiyana me ronî bike.”

Sîham Mistefa jî got rêya yekane ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewamkirina têkoşîna li ser xeta wî ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê gelên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in û bi saya wî di ewlehiyê, îstîqrat û biratiyê de ne, li gorî fikr û felsefeya rêbertî tê bikoşin. Ev têkoşîn ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî gelek girîng e.”

(şx)

ANHA