Vîn û israr astengiyan nas nakin

Ciwan Ebdo Tirk (16) astengiyên li pêşiya xwe derbas kirin û bi israr û vîneke xurt xeylê xw yê fêrbûna tembûrê bi cih anî. Ciwan dixwaze bibe mûzîkjenekî navdar li cîhanê.

Vîn û israr astengiyan nas nakin
1 tîrmeh, 2023   03:27
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Zarokê bi navê Ciwan Ebdo Tirk nabîne ye, lê nehişt ev yek astengî li pêşiya xeyalên wî bibe kelem. Ciwan bi feraseteke xurt û hestên xwe yên zîz  li tembûrê dide ku ji bo xwe wekî jiyanekê dibîne. Her wiha hewl dide vê behreyê pêş bixe û li cîhanê bibe mûzekjenekî navdar.

BI LÊDANÊ LI HEMBER TEVÎ ZEHMETIYAN DISEKINE

Ciwan Ebdo Tirk ê 16 salî, ji navçeya  Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Ciwan ê nabîne ye ji ber nebûna navendên fêrkirinê ji bo astengdanan nekarî bixwîne, lê ji biçûkahiya xwe ve xwe fêrî lêdana tembûrê kir.

Bapîrê Ciwan vê behreyê li gel wî dibîne û tembûrekê jê re dikire. Dema ciwan 7 salî bû malbata wî ew teşwîq kir ku dest bi lêdanê dide. Ji ber ku nabîne ye, bi deng dibihîze û fêr dibe. Hêdî hêdî fêrî sazê dibe û bi pisporî bi tembûra xwe li awazên stranên kurdî dide.

Ciwan ji bo ku xwe pêş bixe perwerdeya xwe didomîne. Têkildarî wê got: “Sînorên fêrbûnê tune ye. Asoyên wê fireh in. Ez hewl didim fêrî tevahî mijarên têkildarî tembûrê bibim.”

Ciwan ev behre ji malbata xwe nebiriye û der barê vê yekê de wiha axivî: “Bapîrê min endamekî koma govendê bû. Malbata min çanda xwe diparêze. Lê di malbatê de ez kes yekemîn im ku lê tembûrê didim. ” 

'TEMBÛR JIYAN E'

Ciwan, tembûr wek xwarina giyanê  wesifand û got: “Dema lê didim xwe rihet hîs dikim. Piraniya dema xwe bi lêdana tembûrê derbas dikim. Tembûr ji bo min jiyan e.”

Ciwan, bi tembûra xwe li awazên stranên kevnar dide û hêvî dike li bajarê xwe Efrîn bistirê. Ciwan got: “Dema bibim mûzekjenekî navdar ez ê bi rêya awazên xwe êşa welatê xwe ji her kesî re vebêjim. Ez qet ji bîr nakim û dê di rêwîstiya min de zindî bimîne.”

(şx)

ANHA