Çîroka keda 50 salî: Hecî Cuma

Cuma Şêxê Mihemed 50 sal e di dikana tamîrkirinê de kar dike û alîkariyên şêniyan dike. Cuma Mihemed got: “Mesele ne tenê pere ye, lê dema ez vî karî dikim celebeke hezkirin, hevkarî û nasînek heye.”

Çîroka keda 50 salî: Hecî Cuma
1 tîrmeh, 2023   02:06
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Cuma Şêxê Mihemed bi navê Hecî Cuma (80) li bajarokê Til Marûf ê navçeya Tirbespiyê yê kantona Qamişloyê dijî. Hecî Cuma ev 50 sal in di dikaneke tamîkirinê de kar dike ku li kêleka mala xwe vekiriye.

Dikana Hecî Cuma bi heriyê hatiye seyandin, di nêvî de stûnên dar hene. Her wiha banê wê bi pûş û heriyê hatiye girtin. Ev dikan ji kesên ku ji bo sererastkirina biskilêt, sobe an paporan têne bajarokê Marûfê nîşanyeke.

RÊWÎTIYA KAR KU JI 1965`AN VE DEST PÊ KIRIYE

Cuma Mihemed sala 1965`an li sûka Til Marûf dikaneke biçûk kirê kir. Ev sûk di wê demê de li başûr rojavayê Tirbespiyê heta bigihêje navçeya Til Hemîsê ya yekane bû.

Di vê dikana biçûk de, pelên tenekeyên kevin dike boriyên sobayên êzing û mazotê, her wiha paporên bi gazê dixebitîn sererast dike û derziyên dirûtinê, kursiyên hesin, tasên çingo û yên teneke çêdike.

Wê demê, çêkirina van amûran 3 lîreyên sûriyeyî derbas nedikir.

Piştî 20 salan  Hec Cuma dikana xwe fireh kir û 2 amûrên sererastkirina pêlavan kirî. Têkildarî vê yekê got: “Jineke suryanî ji Qamişlo bi navê Roz di çêkirina pêlavan ji eyarên sewal û caw de kar dikir. Min jî ew pêlavên rizyaî sererast dikirin.”

Hecî Cuma destnîşan kir ku xelkê gundên derdorê, dihatin dikana wî ji bo ku tiştên wî çêdikirin bi dest bixin û amûrên wan ên xirabe jî sererast dikirin.

Piştî ku gundê mezin dibe, şaredariyê kolanên wê fireh kirin. Lê belê dikana ku Hecî Cuma kirê kiriye, li ser rêya firehkirî bû. Ji ber wê pişît 41 salan neçar ma dev ji dikanê berde û rêwîtiya ji 1965`an heta 2006`an li dû xwe bihêle. Dûre bi xwe li nêzî mala xwe ya li kolana Kaziye, dikanek ava kir ku heta roja îro tê de kar dike.

Dikana nû wek dibêje “Nekarî temenê wî yê mezin hemêz bike” ji ber ku nikare karên ku berê dikirin, niha bike.

Niha tenê hin sobe û peporan sererast dike, alîkariya zarokan dike û biskiltên wan sererast dike.

Hecî Cuma got: “Bi qasî ku min berê debara xwe bi dikanê dikir, niha ez bi xizmeta xelkê bajarokê kêfxweş dibim. Mesele ne pere ye. Celebeke hezkirin û nasînek di civaka me de heye. Divê her kes mîna berê alîkarî û piştgiriya hev du bike. Ez vê karê xwe wekî cureyeke xizmetkirina civaka xwe dibînim. Bi rêya wê jî debara xwe dikin û pêdiviyên malbata xwe peyda dikim.”

(şx)

ANHA