​​​​​​​‘2 kurên min winda ne û dixwazim beşdarî darizandina çeteyan bibim’

Dayika bi navê Sûrî Xelef ku yek ji şahidên fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ye û 2 zarokên wê ji dema fermanê ve winda ne got; “Ez nizanim gelo ka her du kurên min serjêkirine, revandine yan jî li çolê ji tîbûnê mirine.”  Her wiha Sûrî Xelef xwest beşdarî rûniştinên darizandina çeteyên DAIŞ'ê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bibe.

​​​​​​​‘2 kurên min winda ne û dixwazim beşdarî darizandina çeteyan bibim’
1 tîrmeh, 2023   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrişeke hovane bir ser Şengalê û fermanek li ser civaka Êzidî pêk anî. Kêliya êrişa hovane ya çeteyan, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û artêşa Iraqê ku qaşo Şengal diparastin, reviyan û xelkê wê bi qirkirinê û revandinê re rûbirû hiştin. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) , gerîlayên HPG û YJA-Starê bi hawara xelkê Şengalê ve çûn û ew ji komkujiyek mezintir rizgar kirin.

Dayika Sûrî Xelef berfirehiyên karesata ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi serê wan hatiye, vegot. Beriya amadekirina nûçeyê dayika Sûrî wêneyên zarokên xwe (Xelef û Silêman) ên ji dema fermanê ve winda ne, li pêşiya xwe danîn.

Wek şahidekê dayika dilşewat a li benda vegera kurên xwe ye, bi êşeke kûr behsa hûrguliyên wê rojê kir.

Dayika Sûrî dixwaze wek şahidekê tev li rûniştinên darizandina çeteyên DAIŞ`ê bibe ku dê Rêveberiya Xweser di demeke nêz de li herêmê li dar bixe.

Tevî wê jî, detayên wan kêliyan nayên jibîrkirin û di hişê dayika ku dildarê windakirina kurên xwe de, zindî ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10`ê Hezîranê de biryar da ku ew ê çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku di girtîgehên wê de girtî ne, di dadgehên eşkere û zelal de darizîne. Rêveberiyê bibîr xist ku dadgeh dê li gorî zagonên navneteweyî û yên navxweyî yên taybet yên terorê bin û dê mafên qurbaniyan û endamên malbatên wan bên parastin.

Li gorî daneyên fermî, çeteyên DAIŞ`ê, 6 hezar û 417 Êzidî revandine. Ji wan 3 hezar û 562 ji herêmên cuda yên Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hatine rizgarkirin. Lê gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) çarenûsa zêdetirî 2 hezar û 700 kesên Êzidî ne diyare.

Qurmiçên rûyê dayika Sûrî rondik, xwîn, westan û êşeke mezin di nava xwe de vedişêrin. Dayika Sûrî bi kela girî ya di qirikê de behsa wê rojê kir ku dema çeteyên hov yên DAIŞ’ê ket gundê Sîba Şêx Xidir ya Şengal, di destê wan de alên reş, şûr hebûn, çawa çavbirçiyê xwînê bûn, çawa gihiştin gund mêr kuştin, jin ji xwe re helal kirin.

Dayika Sûrî bibîr xist ku saet di 02:00`yan de piştî nîvê şevê bû çeteyên DAIŞ`ê êriş gundê wê Sîba Şêx kir û got: ''Me heta berbanga sibê li ber xwe da û zarok ji gund derxist.”

Dayika Sûrî diyar kir ku wê pitika xwe û zarokên xwe derxistin û got: "Her yek bi derekê ve çû, her yek dixwest xwe û zarokên xwe xilas bike.”

Li gorî dayika Sûrî, endamên malbatê ji hev qut bû û di sê rêyan de çû ji bo ku bigihêjin çiyayên Şengalê û li wir hev bibînin. Lê ji wê demê ve agahî ji 2 kurên xwe negirtiye. Têkildarî wê got: “Ez nizanim gelo ka her du kurên min serjêkirin yan revandin yan jî li çolê ji tîbûnê mirin.”

Dayika Sûrî zilma ku wê demê ya bi serê Êzidiyan de hatiye wiha vegot: “Serî zarokên me jê kirin, jin tevî zarokan revandin û ji xwe re helal kirin. Zarokên keçîn ên temenê wan 9 sal derbas nekiribû bi zorê zewicandin.”

Dayika Sûrî balkişand ser wê yekê ku ev komkujî bi serê her kesî pêk hat û got: “Ev ferman ne tenê li dijî me bû, zirar giha tevahî gelên li herêmê. Binpêkirin li dijî xelkê Til Efrê û Mûsilê jî hatin kirin, lê ya bi serê Êzidiyan hatiye, mezintir bû.”

Dayika Sûrî destnîşan kir ku malbatên qurbaniyan amade ne tev li her dadgehekê bibin da ku edalet ji zarokên wê re pêk were û wiha domand: “Malbatên qurbaniyan û windahiyan, amade ne tev li rûniştinên darizandina çeteyan bibin. Em nizanin çarenûsa keç û jinên me çi ye. Heta niha di sûkên koleyan de tên firotin.”

'DEWLETA TİRK KİRİNÊN DAIŞ'Ê TEMAM DİKE'

Dayika Sûrî wiha berdewam kir: “Agahiyên me li ser zarok û jinên me tune ne. DAIŞ hîna bi dawî nebûye xetereya wê hîna heye. Îro Tirkiye kirinên DAIŞ`ê temam dike û her tim axa me topbaran dike.”

Der barê sûcên DAIŞ`ê de dayika Sûrî got: “DAIŞ`ê zarokên me revandin, keç û xortên me serjêkirin, kal û pîrên me di tenûre de şewitandin.”

Her wiha dayika Sûrî destnîşan kir ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ`ê dike û balkişand ser îdiayên Tirkiyeyê têkildarî bûyera rizgarkirina jinên êzidî û wiha anî ziman: “6 jinên Êzidî vê dawiyê dema li Tirkiyeyê bûn, hatin rizgarkirin. DAIŞ`ê ew revandibûn û bi darê zorê bi çereyan re zewicandibûn. Gelo ger DAIŞ`ê li Tirkiyeyê ne, wê demê karê wan jinan li wir çi ye?”

Têkildarî niyeta wê ku tev li dadgehên taybet ên darizandina DAIŞ`ê bibe dayika Sûrî got: “Ez ê wek qurbaniyekê tev li dadgehê bibim û tişta bi serê min hatiye ji wan re bêjim. Ez ê hejmara qurbaniyan û windahiyan ji wan re pêşkêş bikin. Çarenûsa zarok û jinên me hîn jî ne diyar e. DAIŞ`ê di şeva revandina jinan de goştê zarokan ji wan re wek şîv danîn. Kijan ol vê helal dike?! Di tevahî olan de qetilkirina mirovan heram e.”

(şx)

ANHA