ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2023
30 hezîran, 2023   23:00

- Endamên Komîteya Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan gotin; “Çawa ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan zêhna me ronî kir, azadiya wî ya fizîkî jî dê jiyana me ronî bike.” û dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika bi navê Sûrî Xelef ku yek ji şahidên fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ye û 2 zarokên wê ji dema fermanê ve winda ne got; “Ez nizanim gelo ka her du kurên min serjêkirine, revandine yan jî li çolê ji tîbûnê mirine.”  Her wiha Sûrî Xelef xwest beşdarî rûniştinên darizandina çeteyên DAIŞ'ê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel şer û aloziyên aborî û tenduristiyê, xelkê Yemenê mîna salên borî Cejna Qurbanê pîroz kir û hêvî kir ku şer û aloziya li welat bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cuma Şêxê Mihemed 50 sal e di dikana tamîrkirinê de kar dike û alîkariyên şêniyan dike. Cuma Mihemed got: “Mesele ne tenê pere ye, lê dema ez vî karî dikim celebeke hezkirin, hevkarî û nasînek heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêwekar Welîd Murad, bi hezkirin û mereqeke bêdawî hunera xwe ya wênesaziyê didomîne. Ji xeyalên xwe cîhaneke taybet ji bo xwe çêkir û şehîdên welatê wî cihekî mezin di hunera wî de digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwan Ebdo Tirk (16) astengiyên li pêşiya xwe derbas kirin û bi israr û vîneke xurt xeylê xw yê fêrbûna tembûrê bi cih anî. Ciwan dixwaze bibe mûzîkjenekî navdar li cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA