​​​​​​​Li Kurdistanê komkujiyên kîmyewî

Kurd li erdnîgariya Kurdistanê şerê man û nemanê dikin. Pergalên dîktator di dirêjahiya sedsalekê de ji bo tunekirina rastiyeke dîrokî ya ji dergûşa mirovahiyê, çekên kîmewî û nukleerî bi kar tînin.

​​​​​​​Li Kurdistanê komkujiyên kîmyewî
16 adar, 2023   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEYDÎ

Ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û ji dema bidawîbûna serdema hovane -li gorî nêrîna nûjen a cîhanê-, li erdnîgariya Kurdistanê şerekî qirkirinê ku nimûneya wê di dîrokê de tune ye ji aliyê bermahiyên hişmendiya Şerên Yekemîn û Duyemîn ên Cîhanê ve (pergalên li Rojhilata Navîn) tê meşandin.

Hêzên navneteweyî, yek ji girîngtirîn dozên dîrokê û yên herî hesas paşguh dikin. Yek ji kevintirîn gelên cîhanê û mirovahiyê li axa xwe (nîvê Rojhilata Navîn) ji aliyê pergalên dîktator yên welatê Kurdan dagir kirine ve bi qirkirineke çandî û fîzîkî re rû bi rû ye.

HEWLDANA TUNEKIRINA KURDAN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ: HELEBCE Û ENFAL

16`ê Adarê salvegera Komkujiya Helebceyê ye. Sedam Huseyn sala 1986`an di çarçoveya Hemleya Enfalê de bi çekên kîmyewî êrişî Helebceyê kir û komkujiya herî hovane di sedsala 20`an de li dijî Kurdên li Başûrê Kurdistanê pêk anî. Bi wê yekê hewl da da ku hebûna Kurdan li Iraqê tune bike.

Ev sûc salên di navbera 1986-1988`an de bi serkêşiya kurapê Sedam Huseyn, Elî Hesen El Mecîd (Elî Kîmyewî) pêk hat ku wê demê berpirsê herêma Kurdistanê bû. Erk û mafên wî yên îstisnayî zêde bûn. Di qonaxên hemleyên Enfalê de hemû cureyên çekên qedexekirî bi taybet çekên kîmyewî mîna xerdel, siyanîd, gaza sinir û fosfor bi kar anîn.

Rejîma Iraqê ji bo tunekirina doza Kurd siyaseta “erdê şewitî” meşand û hewl da ku gelek herêmên Kurdan vala bike. Ji bo wê, mêr û ciwan girtin û jin birin “navendên taybet”. Li gorî daneyan, hejmara qurbaniyên wan sûcan gihîşt 182 hezar kesî. Rejîma Iraqê zêdetirî 2 hezar gundên tije şênî şewitandin û xelk da koçberkirin. Her wiha bajarê Helebce bi çekên kîmyewî bombebaran kir.

14`ê Adara 1988`an, di çarçoveya şerê Îran-Iraqê de ku sala 1980`î dest pê kiribû, hêzên Îranê bajar; Helebce û gelek gundên derdorê dagir kirin.

16`ê Adarê saet di 11:30`an de, 50 balafirên şer ên Iraqê li asîmanê Helebceyê ku tê de 80 hezar kes hebû, geriyan. Heta 5 saetan bajar bombebaran kirin û gaza bi jehr li ser serê sivîlan valan kir.

PIŞTÎ KOMKUJIYÊ

Li gorî şahidên komkujiyê, piştî bombebaranê ne deng û ne jî tevger ji bajêr derneket. Jiyan li wir tevizî.

Di çend saetan de 5 hezar kes hatin kuştin. Di navbera 7 hezar heta 10 hezar kes de jî bi nexweşiyan ketin û heta salên dirêj piştî komkujiyê jî ji wan nesaxiyan rihet nebûn.

Êrişa kîmyewî ya hêzên Iraqê li dijî Helebceyê, komkujiya herî hovane ya li welêt bû.

Piştre, piştî analîzkirina nimuneyên ji bajêr û qurbaniyan hatine komkirin, pisporan destnîşan kir ku di êrişê de 3 cureyên gazên bi jehr; siyanîd, xerdel û sarîn hatine bikaranîn.

Piştî gelek salan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî navên zêdetirî 17 hezar kesan kom kirin ku sala 1988`an li bajarê Helebceyê di bombebarana kîmewî de winda bibûn. Li gorî rêxistinê, heta niha çarenûsa bi sedan windahiyan nayên zanîn.

Komkujiya Helebceyê rê neda ku cîhan bi qanûn û pîvanên xwe bilîze. Ji ber ku ev komkujî li gorî pîvanên lihevkirina qirkirina komî (jenosîd) ya 1948`an a têkildarî pênasekirina qirkirinên komî ye.

Dadgeha Holandayê diyar kir ku di Komkujiya Helebceyê de şertên lihevkirina qirkirina komî pêk tên ku li dijî komeke etnîkî komkujî hatî kirin.

5`ê Kanûna 2012`an Parlamentoya Swêdê, Komkujiya Helebce wek qirkirineke komî li dijî Kurdan qebûl kir. Gelek dadgehên din jî mîna Dadgeha Swêdê kir.

ÇIYAYÊN KURDISTANÊ; QADEK DIN A SÛCÊN KÎMYEWÎ DI SEDSALA 21'EMÎN DE

Bajarê Helebceyê ku bala cîhanê kişand ser hovîtiya rejîma Sedam Hisên û komkujiya li bajêr yek ji xeternaktirîn sûcên bi çekên kîmyewî di sedsala 20'emîn de hatî hesibandin, bi dehan kîlometreyan dûrî qadeke nû ya sûcê bikaranîna çekên kîmyewî ye. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên ku bi deh qatan ji yên ku li Helebceyê hatine bikaranîn talûketir in, êrişî bi sedan gerîlayan dike. Herdu komkujî bi heman hovîtiyê û bi armanca qirkirina Kurdan digihêjin hev.

Di Îlona 2009'an de artêşa Tirk a dagirker cara yekemîn çekên kîmyewî li dijî gerîlayên PKK'ê li Batmanê ya Bakurê Kurdistanê bi kar anîn. Di encamê de 5 şervan şehîd bûn. Wê demê Komîteya Ragihandinê ya PKK'ê bi wêneyan ew êrişa kîmyewî belge kir û gelek rojnameyên cîhanê û di serî de rojnameya “Der Spiegel” wêneyên cenazeyên gerîlayên bi êrişa kîmyewî şehîd bûne, belav kirin.

Bikaranîna çekên atomê û kîmyewî li gor pîvan û qanûnên navneteweyî qedexe ye û wekî sûcekî şer tê hesibandin. Lê tevî vê jî dewleta Tirk a dagirker van çekên qedexekirî li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayan û ji bo pêkanîna armancên xwe, bi kar anîn.

Ji 17'ê Nîsana 2021'an de dewleta Tirk a dagirker ku bênavber alîkariyan ji NATO'ê werdigire, çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî û çekên din ên qedexekirî bombebaran dike. Li hember wê jî gerîla berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Di Nîsana 2022'yan de, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna êrişeke berfireh da destpêkirin. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG`ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker tenê di mehên Nîsan û Gulanê de 779 caran çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar aniye.

Ev êriş bi dehan caran û bi belge û wêneyêan hatin tomarkirin, ev belge jî ji bo bêhtirî 40 dewletan hatin şandin.

Ev doz ket rojeva parlamentoyên gelek dewletan, lê heta niha tu helwestên cidî li hember bikaranîna çekên kîmyewî û binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nehatine nîşandan.

Artêşa Tirk a dagirker van çekan ji 2015'an de li dijî gelê Kurd bi kar tîne, her wiha xebatên xwe yên pêşxistina çekên nukleerî jî zêde kirin, di demên dawîn de diyar bû ku ew çekên nukleerî yên taktîkî bi kar tîne.

PDK; DI NAVBERA HERDU KOMKUJIYÊN HELEBCE Û ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DE

Di şerê Iraqî-Îranî yê Îlona 1980'ê de, herdu partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê li şûna ku gel û xaka xwe biparêzin, tev li şer bûn û di encamê de herêmên Kurdan ên li Iraq û Îranê bûn qadên şerê di navbera herdu rejîmên Iraqî û Îranî de.

PDK li kêleka rejîma Baas a Iraqê û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li kêleka Îranê sekinîn, di encamê de gelek bajar û gundên Kurdan ên li herdu aliyan hatin wêrankirin.

Ya herî balkêş jî ew e ku PDK ya ku qirêjiya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma Sedam ve li Başûrê Kurdistanê bi xwe dîtiye, niha jî destekê dide şerê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî gerîlayan. Di Nîsana sala borî de nêzî hezar û 200 maskên li dijî çekên kîmyewî ji bo gerîlayan hatibûn şandin, lê hêzên PDK'ê rê neda ku ew maske bigihêjin gerîlayan. Bi vê yekê sûcekî din ê PDK`ê li rêzexeleka sûc û xiyanetên PDK`ê li dijî gelê Kurd, zêde dibe.

PDK'ê her wiha rê neda ku komîteyeke Ewropayê ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî hatibû herêmê, biçe gundê Heroriyê yê li navenda navçeya Kanî Masiyê. Komîteyê bang li desthilata Başûr kiribû ku rê bide ku derbas bibe û derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolîn bike, da ku trajediyaya Helebceyê dubare nebe.

(şx,mh/cx)

ANHA