PYD`ê qurbaniyên komkujiya Helebçe bibîr anîn

PYD`ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn û got: “Parastina destkeftiyên şehîdan, rêya yekane ya bidawîkirina hemû cureyên qirkirinê ye.”

PYD`ê qurbaniyên komkujiya Helebçe bibîr anîn
15 adar, 2023   20:06
Navenda nûçeyan

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hemwextî salvegera 34`an a Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyekê de meclisê diyar kir ku kurd û hemû piştevanên wan ji sedan salan ve li hember pergalên dîktator û siyasetên şofanîst li ber xwe didin ku hewl didin gelê Kurd tune bike û doza wî ya adil înkar bikin. Her wiha meclisê destnîşan kir ku siyasetên pergala Tirk li dijî kurdan, berdewama wê qirkirinê ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di salvegera komkujiyê de em careke din destnîşan dikin ku gelê Kurd bi israre ku jiyaneke azad tevî gelên din bijîn. Em di wê baweriy êde ne ku pergala parastina rewa, yekkirina hêzên demokratîk, mezinkirina têkoşînê li dijî hemû projeyan û komployan û parastina destkeftiyên şehîdan, rêya yekane ya bidawîkirina hemû cureyên qirkirinê û zordestiyê û pêkanîna Rojhilateke Navîn a demokratîk û ewle ye.”

(şx)