​​​​​​​Gel bi hemleya îmzeyan dengê xwe gihand cîhanê

Beşdarên hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bang li aliyên têkildar kirin ku daxwazên wan bibersivînin û ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

​​​​​​​Gel bi hemleya îmzeyan dengê xwe gihand cîhanê
16 adar, 2023   01:49
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah a Sûriyeyê di 22′yê Çileyê de hemleya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, da destpêkirin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hemleyê bûn û bidawîbûna hemleyê di 13′yê Adarê de bi komkirina 2 milyon û 626 hezar û 828 îmzeyan hate ragihandin.

Li gorî Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, dê wesîqeya îmzeyan bi rêya Boruya Hiqûqê ya Sedsalê bigihînin CPT′yê, rêxistin û aliyên hiqûqî yên navneteweyî.

Hemle bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin" bi hevkariya komîn, meclisên bajar, navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin.

Beşdarên hemleyê diyar kir ku divê Rêber Ocalan were berdan ku bi milyonan gel xwe dispêrin fikrê wî.

Yek ji beşdarên hemleya komkirina îmzeyan Mehmûd Gedo sedema beşdariya xwe anî ziman û wiha got: "Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ez beşdarî hemleyê bûm. Rêber Ocalan ji 24 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de ye û hemû dizanin bi zilm hatiye girtin."

Gedo bang kir ku divê xwestekên wan werin bersivandin û wiha domand: "Armanca me ji vê hemleyê em dengê xwe bigihînin hêzên navneteweyî û aliyên têkildar. Divê hemû dewletên cîhanê bizanin ku bi milyonan gel li pişt Rêber Abdullah Ocalan in û banga azadiya wî ya fîzîkî dikin."

Gedo da zanîn ku wê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bibe destpêka çareseriyê ji bo tevahî astengî û krîzên li Rojhilata Navîn û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber fikir û felsefeya wî dikeve xizmetî metoda demokrasiyê."

Ehmed Esed jî got hemle rêbazeke girîng a balkişandina ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye û wiha domand: "Ev hemle rêbazek ji bo gihandina dengê me ji hêzên navneteweyî re ye da ku xwestekên me yên azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi cih bînin."

‘AZADIYA GELAN BÊYÎ AZADIYA RÊBER OCALAN NE PÊKAN E′

Welatiyê bi navê Ehmed Hec Hisên da zanîn ku ji ber ku azadiya gelan bêyî azadiya Rêber Ocalan a fîzîkî ne pêkan e beşdarî hemleyê bû û wiha got: "Bi komployeke navneteweyî Rêber Ocalan hate girtin. Bila hemû dewletên cîhanê bizanin ku azadiya gelan bêyî azadiya Rêber Ocalan ne pêkan e. Ev xwesteka milyonên welatiyên bi fikir û îdeolojiya wî bawer in. Ji lew re azadiya wî azadiya me ye."

Hec Hisên di dawiyê de bang li aliyên têkildarî û dewletên cîhanê kir ku xwestekên beşdarên hemleyê pêk bînin, destwerdana lezgîn ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin û xwesteka bi milyonan paşguh nekin.

(fr)

ANHA