​​​​​​​Selman Şebîb: Divê deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re werin vekirin

Serokê Partiya Destpêkê Sûriye Selman Şebîb anî ziman ku divê dosyaya mirovî ji şantajên siyasî were dûrxistin û deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re werin vekirin.

​​​​​​​Selman Şebîb: Divê deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re werin vekirin
18 sibat, 2023   03:31
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL HEBÎB

Di sala 2014ʹan de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku alîkariyên ji bo Sûriyeyê di deriyên sînor re werin şandin. Ev biryar ji bo deriyên sînor ên bi Urdin û Iraqê re jî derbasdar bûn. Di Çileya 2020ʹî de ji ber vetoya Rûsya û Çînê ya ku di civîna Konseya Ewlekariyê de bi kar anîbûn, derbaskirina alîkariyan di van her du deriyan re hatin sekinandin.

Wê demê Rûsya derbaskirina alîkariyan di deriyê sînor ê Til Koçerê yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Iraqê de red kir, lê ji bo deriyê Bab El Hewa yê di bin serweriya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de red nekir.

Roja duşemê 13ʹê Sibata 2023ʹyan sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku Beşar Esed vekirina deriyên Bab Selam û Raî yên di navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê de ji bo sê mehan erê kir da ku alîkariyên mirovî bigihîne mexdûrên erdhejê.

DERIYÊN SÎNOR DOZEKE NAVNETEWEYÎ YE

Serokê Partiya Desptêkê Sûriye (Sûriye Ewlen) Selman Şebîb ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku di rewşên felaketan de bi taybet, divê tevahî deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî werin vekirin.

Selman Şebîb destnîşan kir ku mijara deriyên sînor ên bi bakurê rojavayê Sûriyeyê û rojavayê Sûriyeyê re ji beriya çend salan ve di rojevê de ye û bûye mîna dozeke navneteweyî ku bi domdarî di civînê Konseya Ewlehiyê û peywendiyên navneteweyî yên beriya civînên Konseya Ewlehiyê de tê nîqaşkirin.

Şebîb got: "Li gorî nêrîna hikumeta Sûriyeyê mijara alîkariyan û deriyên sînor serdestî ye û divê di bin kontrola rêveberiya navendî be. Li gorî hikumetê, hemû alîkariyên ku tên herêmên Sûriyeyê divê bi rêya wê bin. Rûsya û heta astekê Çîn piştgiriyê didin helwesta Sûriyeyê. Lê mekanîzmaya derbaskirinê di deriyê Bab El Hewa re bû ku her carê wekî çareya navîn dihat dirêjkirin, heta ku felaketa erdhejê rû da. Piştî erdhejê zext hatin kirin da ku deriyên din ji bo derbaskirina alîkariyan werin vekirin.

Ji ber vê yekê ev mijar di civîna Konseya Ewlehiyê de hat nîqaşkirin. Helwesta Rûsyayê şerm bû. Zehmet bû ku Rûsya veto li hember biryara vekirina tevahî deriyên di navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyeyê de li pêşiya alîkariyên mirovî yên ji bo herêma erdhejê bi kar bîne. Her wiha Rûsya naxwaze ev biryar were derbaskirin, ji ber vê yekê dît ku divê beriya civînê Sûriye vekirina 2 deriyên din erê bike. Di encamê de ev kaxez ji destê Amerîka û dewletên din ên ku pê re koordîne dikirin, derket."

Selman Şebîb anî ziman ku divê mijara deriyên sînor bi nermî û dûrî polîtîzekirinê were çareserkirin û got: "Mîna bakurê rojavayê Sûriyeyê, divê ji bo vekirina deriyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li pêşiya alîkariyê jî lihevkirin hebe. Ev helwest mutewazî ne û dê bandoreke erênî li têkiliyên di navbera hemû aliyan de bike. Jixwe di rewşên karesatê de pêwîstiya me bi vê yekê heye."

Şebîb bi bîr xist ku karesata erdhejê ji bo armancên siyasî hat bikaranîn û wiha dom da axaftina xwe: "Mixabin, ez dikarim bêjim ku hemû aliyan di destpêkê de hewl da karesata erdhejê ji bo armacnên xwe yên siyasî yên taybet bi kar bînin. Bi nêrîna me şerm e ku tiştekî bi vî rengî were kirin. Nabe karesaeta mezin a dijwar ku bi deh hezaran kes kirin qurbanî û bi milyonan kes koçber kirin, bibe mijara qezenc û xisarên siyasî."

Şebîb anî ziman ku divê alîkariyên mirovî li tevahî mexdûran werin belavkirin û derbaskirina wan ji aliyê hemûyan ve di deriyên sînor re were hêsankirin da ku di zûtirîn demê de bigihêjin wan û got: "Ji ber ku îhtiyac gelek mezin e, nabe ev mijara mirovî ya çarenûsî ya milyonan mexdûran were polîtîzekirin.

Tevahî dane piştrast dikin ku pêwîstî bi derbaskirina alîkariyan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û astengkirina wan jiyana bi milyonan sûriyan dixwe rewşeke metirsîdar. Ev bi îdiayên tevahî aliyên aktîf re bi nakok e ku dibêjin ew gelê Sûriyeyê diparêzin û amade ne derbaskirina alîkariyan hêsan bikin da ku pêwîstiyên wan dabîn bikin.”

‘HELWESTA RÊVEBERIYA XWESER MIROVÎ Û NÎŞTIMANÎ YE’

Selman Şebîb bal kişand ser helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Rêveberiya Xweser erka nîştimanî û mirovî bi cih anî û alîkarî da herêmên Sûriyeyê yên wêranbûyî. Eşkere bû ku gelek alîkar ev helwest ji bo hesabên cuda dişopandin. Tevî astengiyên ku gelek aliyan li pêşiya derbaskirina alîkariyan derxistin, lê Rêveberiya Xweser şopeke qenc û erênî ji bo piraniya sûriyan hişt."

Şebîb di dewama axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser pêşkêşkirina alîkariyan dewam bike da ku bandorên karesatê kêm bibin, her wiha ji bo ku hewldanên hêzên tundraw ên derxistina tevliheviyê di navbera welatiyan de û xurtkirina parçebûnê bi ser nekevin. Divê sûrî vê karesatê veguherînin derfeteke nû ya lihevhatinê û kûrkirina hestên yekitiyê. Bê guman di rojên dawî de, li her deverê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, resenî, zanebûn, rihê biratî û piştgiriyê nîşan dan. Ev yek bawerî û hêviya bi siberojeke ronî ji bo welatê me dide me. Divê xîtabeke nû û nêzîkbûneke di navbera hemû aliyan de çêbe ku hesabên nîştimanî yên sûrî di ser hesabên siyasî yên teng re bigirin."

Serokê Partiya Destpêkê Sûriye (Sûriye Ewlen) Selman Şebîb di dawiyê de got: "Em bi hêvî ne ku mijara deriyên sînor di ber çavan re were derbaskirin û tevahî derî li pêşiya alîkariyên mirovî yên ji bo hemû herêmên Sûriyeyê yên wêranbûyî werin vekirin."

(bb)

ANHA