​​​​​​​Li Almanyayê nûnertiya Rêveberiya Xweser konferanseke perwerdehiyê li dar xist

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Almanyayê konferanseke perwerdehiyê li paytexta Almanyayê Berlinê li dar xist. Di konferansê de şandeyeke perwerdehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek kesên li Almanyayê ku girîngiyê didin perwerdê beşdar bûn.

​​​​​​​Li Almanyayê nûnertiya Rêveberiya Xweser konferanseke perwerdehiyê li dar xist
17 sibat, 2023   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweser a li Almanyayê Xalid Derwîş di destpêka konferansê de bixêrhatina beşdaran kir. Dûre cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif li ser rewşa perwerdê û fêrkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digel Rêveberiya Xweser axivî û wiha got: "Rêveberiya Xweser ji qonaxa baxçeya zarokan heta bi hemû qonaxên perwerdê û zanîngehê çavdêriyê li xebata perwerdê dike."

Dîlberê diyar kir ku ji ber pirrengiya pêkhateyên herêmê gelek zimanên tên perwerdekirin, her wiha Desteyên perwerdê bi beşdariya şêniyan girîngiyê didin xebata perwerdê.

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşk li ser rola Yekitiya Mamosteyan di pêşxistina xebata perwerdê de, astengiyên li pêş perwerdê axivî. Nesrînê li ser cewher û xwezaya xebata yekitiya mamosteyan û rola mamosteyan di dewama perwerdeyê bi awayekî demokratîk de û garantiya mafên mamosteyan axivî.

Konferans bi guhdarkirina li nêrînên beşdaran û bersivdana pirsên wan ên der barê rewşa perwerdê li gel rewşên şer, bi taybet êrişên çeteyên DAIŞ′ê û astengiyên li hember Desteya Perwerdê ku van rewşan derbas bike de, dewam kir.

(fr)