​​​​​​​Ziyad Wetfê: Rêber Ocalan ji girêdanên neteweyî bû rêberekî navneteweyî

​​​​​​​Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Wetanî -Tevgera Guhartina Demokratîk Ziyad Wetfê da zanîn ku Rêber Ocalan girêdanên neteweyî derbas kir û bû rêberekî navneteweyî û fikrên wî girêdanên neteweyî derbas kirin.

​​​​​​​Ziyad Wetfê: Rêber Ocalan ji girêdanên neteweyî bû rêberekî navneteweyî
18 sibat, 2023   01:41
HESEKÊ-ARAM EHMED

Di encamêa komployeke navneteweyî ku tê de hemû hêzên hegemon ên kapîtalîst beşdar bûne de Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenyayê Nairobi di 15′ê Sibata 1999′an de hate revandin.

Têkildarî mijarê, endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Wetanî-Tevgera Guhartina Demokratîk Ziyad Wetfêê li ser siyasetên hêzên komploger ên li dijî Rêber Ocalan û tecrîda li dijî wî axivî.

Wetfê wiha domand: "Di encama siyasetên li dijî gelê herêmê de yên ji beriya sedsalekê ve, rewşa Sûriyeyê parçekirî ye û di rewşeke metirsî û belavbûna fikrî de dijî. Êdî nikare rêberekî fikrî ku girêdanên neteweyî derbs bike û ber bi navneteweyî ve biçe, cuda bike."

′FIKRÊ OCALAN GIRÊDANA WÎ YA NETEWEYÎ DERBAS KIR′

Wetfê wiha domand: "Ji zêdetirî 30 salî ve, tecrûbeya ku gelan bi serkêşiya komunîzmê û Partiya Komunîst a Rûsyayê bi rê ve biriye ku rêxistian dewletên sosyalîst ava kir, hilweşî. Wê yekê valahiyek di çarçoveya têkoşîna gelan di oxira azadî, aştî û rizgariya ji qirêjiyên hegemoniyê de çêkir û Rêber Ocalan ev valahî bi rêya pêşkêşkirina fikrê xwe dagirt. Armanca Rêber Ocalan ne tenê rizgarkirina gelê Kurd  û avakirina hebûneke neteweyî ku mafê wî yê bingehîn bû, lê belê girêdanên xwe yên neteweyî derbas kir û armanca wî rizgarkirina gelê herêmê ji tevahî şêweyên destpotî, hegemonî û rizgarkirina wê ji rejîmên hêzên hegemon û hêzên modernîteya kapîtalîst bi rêya pêşkêşkirina têgeha neteweya demokratîk bû. Bi wê yekê xwest herêm ji rewşên asîmîlekirin, paşguhkirin, qirkirin, bindestiya neteweyî û çînê ber bi rewşa jiyana hevbeş û avakirina pêşerojeke baş ji zarok û jinên cîhanê ve biçe."

′BAWERMENDÊN FIKRÊ RÊBER OCLAN′

Wetfê wiha pê de çû: "Em hewla qudsalbûna ferd nakin ne jî hewla dubarebûna pot û koletiya wê bi rêya qîmetdayîna ji Rêber Ocalan re dikin. Lê belê em wî pîroz dikin, pê bawer dikin û li gel fikrê wî şerê desthilatan dikin. Ji ber fikrê wî li dijî azarên gelan û ne berjewendiyên takakesî ye."

′AŞTÎ WÊRANKIRINA REJÎMÊN DESTPOT E′

Wetfê li ser vê yekê wiha anî ziman: "Kî damezrandina PKK′ê dibîne û performansa rejîma siyasî ya Tirkiyeyê dişopîne diyar dike ku hemû hewlên Rêber Ocalan an jî rêberekî şoreşa Kurdan an jî tevgerên Erebî û hemû însiyatîfên bi hewla diyalogê ya ji bo gihandina çareyeke aştî ji herêmê re dewleta Tirk bi şer bersivê didiyê. Ji ber ku aştî wêrankirina rejîmên destpot ên li herêmê ye."

Wetfê got Rêber Ocalan ne tenê weke kes hate hedefgirtin, lê belê wek sembol û rêberekî projeya ronesansê ya gelê herêmê hate hedefgirtin û rewşa koletiya ku gelê wî dijiya derbas kir.

′JI BER KU GOTINA WÎ ERKANÊN REJÎMÊN DESTPOT DIHEJAND TECRÎDA LI DIJÎ GIRAN KIR′

Ziyad Wetfê têkildarî tecrîdê ev tişt got: "Gotineke ji Rêber Ocalan erkanên rejîmên destpot dihejîne. Ji ber ku rêveçûnên hêzên gelan ronî dike. Ji lew re tecrîdê li dijî wî ferz dikin, da ku gotina wî negihîje gelên pê bawer in."

′DIVÊ JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN TEVGER HEBE′

Endamê Desteya Tensîq Wetenî-Tevgera Guhartina Demokratîk Ziyad Wetfê wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji têkoşerên cîhanê û hêzên têkoşer ên ji bo aştî û azadiyê tê dikoşin tê xwestin ku tev li hemleya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bin û dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bilind bikin."

(fr)

ANHA