Di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 32 çete hatin girtin

QSD′ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de hêzên hevbeş operasyonên lêgerînê û serdegirtinê li dijî çeteyên DAIŞ′ê zêde kirine û li herêmên Kerame, Sirîn û Mensûrayê 32 çete hatine girtin.

Di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 32 çete hatin girtin
27 ÇILE, 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 32 çete girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi desteka Koalîsyona Navneteweyî daye destpêkirin, hêzên hevbeş operasyonên lêgerîn û serdegirtinê yên li dijî çeteyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst li herêmên Kerame, Sirîn û Mensûrayê zêde kirin. Her wiha hêzan operasyonên lêgerînê ji vê sibehê ve li Reqayê zêde kirin.

Di operasyonên lêgerînê yên duh de, hêzan li wan her sê herêman 32 çete û gumanbar girtin, her wiha gelek çek, cebilxane û belge desteser kirin.

Ji nav wan girtiyên ku li Reqayê hatine girtin, 2 endamên rêxistina terorîst hebûn ku êrişên terorîst bi rê ve dibirin û endamê beşdarî êrişa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bûbû, vedişartin.

Her wiha hêzan tevgerên şaneya terorîst li derdora bajarokê Mensûra şopandin. Wê şaneyê hewl dida dûrî herêmên operasyonên lêgerînê bikeve û cihên xwe biguherin. Lê hewldana wan hate bibinxistin û şane hate bêbandorkirin.

Vê sibehê hêzan hemleya operasyonên lêgerînê li Reqayê da destpêkirin. Hêzan beşên mezin ji taxa Diriyê paqij kirin û hîna hemle dewam dike.

Li rojavayê Reqayê jî hêzên operasyonên hevbeş operasyonên lêgerînê li gundên Ebû Qibêî û Hemam dewam dikin, li kêleka wê jî operasyonên li herêma Sirînê li gorî plana hatiye danîn dewam dikin."

(fr)