QSD: Şaneyeke DAIŞ′ê hate bêbandorkirin

Fermandariya Giştî ya QSD′ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de hêzên operasyonên hevbeş bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên terorîst girtine.

QSD: Şaneyeke DAIŞ′ê hate bêbandorkirin
27 ÇILE, 2023   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de hêzên operasyonên hevbeş bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî operasyonên serdegirtina cihên şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst li Reqayê pêk anîn. Di encamê de 2 endamên rêxistina terorîst girtin. Wan terorîstan êrişên terorîst pêk dianîn û endamên beşdarî êrişa li dijî navneda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bûne, vedişartin.

Navên her du terorîstên hatine girtin wiha ne; Ehmed Îd El Ebid û Kasir Îdan El Ebid. Ew her du terorîst di 2016′an de tev li DAIŞ′ê bûne.

Her du terorîst li xwe mikur hatin ku wan hewla xelaskirin û veşartina çeteyên DAIŞ′ê ku di êrişa li dijî taxa Diriyê de birîndar bûbûn, dikir.

Her du çete Ehmed û Kasir têkiliya xwe bi waliyê wîlayeta Reqayê re yekser hebû."

Ev operasyon, piştî rojekê ji girtina waliyê wîlayeta Reqayê Etallah El Mîtan pêk hat. Ew walî ji hêla rêxistina terorîst ve hatibû erkdarkirin ku şaneyan bi rê ve bibe û mijarên "Tugaya Xalid Bin El Welîd" a terorîst a girêdayî DAIŞ′ê û berpirsa êrişa li dijî Diriyê ye, pêk dianîn.

Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê li herêma Firatê bi encamên girîng ên li dijî şaneyên DAIŞ′ê dewam dike.

(fr)