Di êrişa li dijî balyozxaneya Azerbaycanê de şevê ewlekariyê hate kuştin

Li Tehranê bi çekan êrişî balyozxaneya Azerbaycanê hate kirin. Di êrişê de Şefê Ewlekariyê yê Balyozxaneyê jiyana xwe ji dest da, du parêzvan jî birîndar bûn.

Di êrişa li dijî balyozxaneya Azerbaycanê de şevê ewlekariyê hate kuştin
27 ÇILE, 2023   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tehranê kesekî bi kaleşnîkofê êrişî balyozxaneya Azerbaycanê kir. Di êrişê de Şefê Ewlekariyê yê Balyozxaneyê jiyana xwe ji dest da, du parêzvan jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê got “Di 27’ê Çileya 2023’yan de li gorî saeta Bakuyê saet di 08.30’an de bi çekê êrişî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê hate kirin. Di êrişê de şefê ewlekariyê jiyana xwe ji dest da û du parêzvan jî birîndar bûn."