Li Derayê 2 leşker hatin kuştin û ciwanek birîndar bû

Digel tevlihevî û aloziya ewlehî ya berdewam li herêmên ′lihevkirinan′ kesên nenas bi guleyan 2 endamên hêzên hikumeta Şamê li Derayê kuştin û ciwanek birîndar kir.

Li Derayê 2 leşker hatin kuştin û ciwanek birîndar bû
27 ÇILE, 2023   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Digel tevlihevî û aloziya ewlehî ya berdewam li herêmên ′lihevkirinan′ kesên nenas erebeyeke leşkerî ku tê de endam ji şaxê ′Muxaberata Leşkerî′ ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê hebûn hedef girt, di encamê de 2 hatin kuştin. Lê çekdar jî ber bi cihekî nediyar ve revîn.

Girêdayî mijarê, kesên nenas li Nînew yê Derayê ciwaneke birîndar kir.

Her wiha çekdarên nenas mayînek bi erebeyekê de li taxa bakur a Derayê teqand. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

(fr)