Rojnameyên erebî: Pedersen têkildarî Sûriyê mixabîniya xwe anî ziman

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa rewşa Sûriyê, hevrikiya Qeter-Fransayê ya li Iraqê û rageşiya li Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Pedersen têkildarî Sûriyê mixabîniya xwe anî ziman
27 ÇILE, 2023   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

′JI BO BIDAWÎKIRINA KRÎZA SÛRIYEYÊ 6 ŞERTÊN NAVNETEWEYÎ′

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya El Beyan ev tişt nivîsand: "Ruxmî hewldanê navneteweyî yên ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyeyê, çareyeke siyasî li gorî bingeha biryarên navneteweyî yên têkildarî Sûriyeyê, xuya nake.

Di rûniştina duh a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de nûnerê NY′yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen 6 şert ji bo ku bibin hîmên bingehîn di hewldanên navneteweyî de, diyar kirin. Pedersen da zanîn ku divê çareya siyasî li welat li gorî biryara navneteweyî ya 2254′an be.

Pederson destnîşan kir ku ew 6 şert ew in ku rageşî bi paş bikeve, aramî vegere, alîkarî bi rêya sînor derbasî bakurê rojavayê Sûriyeyê bibe, xebata komîteya destûrê ji nû ve were kirin, dosyaya girtî û windayan, penaber û koçberên sûrî were çareserkirin, tedbîrên ji bo avakirina baweriyê gav bi gav werin girtin û dan û standina bi sûriyan re di tevahî aliyan de were kirin. Pedersen got divê kedên dîplomatîk ên têkildarî Sûriyeyê werin pêşxistin û hemû aliyên aktîf ku bandora wan li çareserkirina nakokiyê heye, beşdar bibin."

′QETER Û FRANSA LI SER PROJEYÊN ENERJIYÊ YÊN LI IRAQÊ HEVRIK IN′

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Qeterê tedbîrên xwe yên dan û standinên wergirtina para xwe ji projeyên enerjiyê yên girêdayî Total Energy a Fransayê re ragihand û vê yekê gelek pirs têkildarî îmzekirina Qeterê ya girêbesta mezin piştî serdana serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Iraqê re di 2021′ê de, derxistin holê.

Ev yek di demekê de pêk hat ku serokê hikumeta Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Parîsê kir ku bi Macron re bicive û têkildarî dosyaya enerjiyê nîqaşan bike.

Çavdêran da zanîn ku li gel Qeterê xetên vekirî bi Îran û rojavayiyan re hene û têra wê dikin ku parçeyek ji girêbesta Fransayê bi dest bixe. Çavdêran destnîşan kir ku nakokiya di navbera Fransa û Îranê ya li Iraqê de dibe ku partiyên alîgirên wê hişt ev girêbest bi bin bikeve û bidin hevalbendê xwe, mîna Qeterê."

′ÎSRAÎLÊ BERIYA GERA BLINKEN BI SER CINÎNÊ DE GIRT’

Der barê rewşa Filistînê de rojnameya Şerq El Ewest wiha nivîsand: "Duh, desthilata Filistînê biryar da ku hevkariya ewlehî bi Îsraîlê re rewestîne. Ew yek jî li ser paşxaneya serdegirtina hêzên dagirker ji kampa Cinîn re ku 10 filistînî bi îdiaya tevlêbûna wan li Tevgera Cîhada Îslamî û amadekariya wan ji çalakiyeke mezin re, pêk hat.

Piştî civîna awarte ya fermandariya Filistînê bi serokatiya serok Mehmûd Ebas, ragihand ku hevkariya ewlehî bi hikumeta Îsraîlê ya dagirker re rawestand.

Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê da zanîn ku artêşê biryar da ku rewşa amadekariyê li Xezayê bilind bike.

Çavkaniyekî siyasî jî diyar kir ku Îsraîl ji bo çi rageşiya ji Xeza yan jî eniyeke din amade ye.

Beriya van pêşdeçûnan bi çend saetan, Washingtonê ragihand ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dê di 29 heya 31′ê Çileyê serdana Misir, Îsraîl û Xezayê bike. Ji bilî wê jî dê êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, Îran, têkiliya Îsraîl-Filistînê nîqaş bike."

(fr)