​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-1-2023
26 ÇILE, 2023   23:00

Şîrketa Rcell bi dirûşma Li ser şopa pêşketinê, pêşangeha yekemîn a tekenolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Zana a Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê salvegera 8`an a rizgarkirina Kobanê bi lidarxistina şahiyekê li hola Firat a Kobanê pîroz dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Roja 26′ê Çileya 2015′an saet di 02:50`an de, piştî şerê dijwar ê 134 rojan, DAIŞ′iyê dawîn ji aliyê şervanên YPJ/YPG′ê ve ji kolan û taxên Kobanê hat qewitandin û berxwedana mezin bi serkeftineke dîrokî tacîdar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberekî ji Efrînê da zanîn ku dê li hember dewleta Tirk a dagirker ku li ser erdê wî yê li Efrînê mêtingeh ava kiriye, li cem Neteweyên Yekbûyî gilî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şerê ku çeteyên “Cebhet El Nesra” û piştî wan ên DAIŞ’ê ji bo pêkanîna armancên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê dest pê kirine, bi bin ketin. Kantona rizgarbûyî di sala xwe ya 10’emîn de berxwedana xwe ya dîrokî li dijî dewleta Tirk a dagirker û hovîtiya wê didomîne. (BI WÊNE)

Şêniyên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku siyaseta tecrîdê li dijî rûmet û azadiyê ye û diyar kir ku şidandina tecrîdê rêgirtina li ber felsefeya Rêber Ocalan e ya ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên civakê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporên misirî diyar kir ku nêzîkbûna hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser dê Sûriyeyê xurt bike û yekitiya wê mîsoger bike. (BI WÊNE)

Welatiyê bi navê Cemal Carûr ê ji avahiya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hilweşîyaye filitî ye hûrgiliyên felaketê parve kirin û got: "Min xew kiribû. Hevjîna kurê min ez ji xew şiyar kirim û got avahî hildiweşe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Berdevka YPJ`ê destnîşan kir ku dîroka kurdan tijî fîdabûn e û got: “Ji Rindê Xan bigire heta bigihêje Avêsta Xabûr bi pêşengiya jinan rêgeza fîdabûnê bi pêş ket.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Pirtûka nivîskarê Kurd Bextiyar Elî ya bi nave “Dagirkirina Tarîtiyê” ku li ser dagirkeriya dewleta Tirk hatiye nivîsandin, dibe lîstika şanoyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA