Li dijî şidandina tecrîdê bangên gel

Şêniyên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku siyaseta tecrîdê li dijî rûmet û azadiyê ye û diyar kir ku şidandina tecrîdê rêgirtina li ber felsefeya Rêber Ocalan e ya ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên civakê ye.

Li dijî şidandina tecrîdê bangên gel
27 ÇILE, 2023   03:39
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Zêdetirî 22 mehan e bi tu rengî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê agahî nayê girtin. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker 3 mehên hevdîtina bi parêzeran û malbatê re li Rêber Ocalan qedexe kirin.

Têkildarî mijarê şêniyên kantona Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2023/01/26/192309_meryem-mihemed.webp

Meryem Mihemed destnîşan kir ku divê rê li ber hevdîtina Rêber Ocalan bê vekirin û got: “Tê xwestin ku li hemberî vê tecrîdê gel xwe bike yek.”

‘EM FEDAIYÊN SEROK APO NE’

/kr/uploads/files/2023/01/26/192254_fesla-msa.webp

Fesla Mûsa jî anî ziman ku ji ber tecrîdê ew nizanin rewşa Rêber Ocalan çawa ye û tekez kir ku ew fedaiyên Rêber Ocalan in.

Fesla berdewamkirina tecrîdê ji milê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li kurdistaniyan û hêzên navneteweyî kir bi heqî û wekhevî tev bigerin.

‘RÊBERÊ GELAN E’

/kr/uploads/files/2023/01/26/192428_xalib-el-sadn.webp

Xalib El Sadûn jî bal kişand ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê serokê Kurdan e, ew rêberê hemû gelên ku bawariya wan fikrê neteweya demokatîk tê ye û wiha dom kir: “Ji ber ku fikrên wî li herêmê û Rojhilata Navîn belav dibin, Rêber Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Ev tecrîd rêgirtina li ber felsefeya rêber Ocalan e ku kilîta çareserkirina pirsgirêkên civakê ye.”

'SIYASETA TECRÎDÊ LI DIJÎ RÛMETÊ YE'

Ji bo bêdengî û helwesta rêxistinên mafê mirovan û yên hiqûqî yên der barê dirêjkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan de, El Sadûn got: “Divê çavê xwe li tecrîdê vekin û bişopînin. Em bang li hemû kesên biwijdan dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê kar û xebatê bikin.”

/kr/uploads/files/2023/01/26/192335_mihemed-zdan.webp

Mihemed Zêdan jî diyar kir ku siyaseta dewletên komploger ên li ser Rêber Ocalan, siyaseteke li dijî rûmet û azadiyê ye û got: “Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe banga azadî, demokrasî, mirovahî û yekitiya gelan dike. Ev fikr hevgirtina gelên Rojhilata Navîn xurt dike.”

/kr/uploads/files/2023/01/26/192226_ebdulrehm-sa.webp

Ebdurehîm Îsa jî da zanîn ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li derdora fikrên Rêber Ocalan dibin yek û ji bo fedaîtiyê jî amade ne.

ANHA