‘Dagirkirina Tarîtiyê’ dibe şano

Pirtûka nivîskarê Kurd Bextiyar Elî ya bi nave “Dagirkirina Tarîtiyê” ku li ser dagirkeriya dewleta Tirk hatiye nivîsandin, dibe lîstika şanoyê.

‘Dagirkirina Tarîtiyê’ dibe şano
27 ÇILE, 2023   05:50
QAMIŞLO

Lîstik, bi heman navî ji aliyê Mala Şanoyê ya Almanî ku li Almanyayê ye ve hatiye amadekirin. Senaryoya lîstikê ji aliyê Keval Sidqî ve hatiye amadekirin; derhêneriya wê jî şanogerê Kurd Îhsan Osman dike.

Lîstika ku niha provayên wê tên domandin, wê di 17’yê Sibatê (2023) de bê pêşandan. Piştî pêşandana promiyerê, lîstik wê di mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de jî li cihên cuda were pêşandan.

Li gorî agahiyên ku derhêner Îhsan Osman dane, ji bo pêşandana şanoyê ji  Rêveberiya Şanoya Bajarê Wiesbaden ê Almanyayê destur hatiye girtin. Di lîstikê de şanogerên enternasyonal, 2 şanokarên Kurd û şanogereke Yûnanî û yek Alman jî heye. 

QIRKIRINA ÇANDA KURD VEDIBÊJE

Îhsan Osman destnîşan kir ku lîstik qedexekirina zimanê Kurdî û planên qirkirina çandî yên li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine meşandin, vedibêje. Şanogeriya me jî hewareke bi dengekî bilind e, ji bo vê qirkirinê.”

ANHA