Li Tebqayê kargeha xertûman tê vekirin

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Tebqayê amadekariyên avakirina kargeha xertûman dike. Tê payîn ku dê di çaryeka îsal de kargeh bikeve xizmetê.

Li Tebqayê kargeha xertûman tê vekirin
25 ÇILE, 2023   06:27
TEBQA-EBDUREHMAN EL SALIH

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Tebqayê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajarokê Mehmûdlî amadekariya vekirina kargeha çêkirin borî û xertûmên plastîkî dike.

Şaredariya Gel a Mehmûdlî di çarçoveya projeyên xwe yên 2021′ê de, dest bi avakirina kargehê li bakurê Tebqayê kiribû û di 2022′yan de qonaxa anîna amûrên mekanîkî bi dawî kiribû.

Armanca projeyê pêdiviyên cotkarên li gundewarên Tebqayê ji borî û xertûmên çandiniyê dabîn bike. Ji wê zêdetir jî borî di projeyên yekîneyên avê yên Tebqa û gundewarên wê de tên bikaranîn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Mehmûdlî Îbrahîm El Hemed diyar kir ku xebatên avakirina kargehê di qonaxa xwe ya dawîn de ye. El Hemed got dê kargeh di çaryeka îsal de bikeve xizmetê.

Li gorî El Hemed, enerjiya berhemdana kargehê di 24 saetan de dê bigihîne tonekê. Her wiha dê boriyên mezin bi pîvanên 75 heta 110 mm werin çêkirin û boriyên biçûk jî ji 20 heta 63 mm werin çêkirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Mehmûdlî Îbrahîm El Hemed di dawiyê de got kargeh dê roleke mezin di pêşxistina xizmet û binsaziya bajarokê de pêk bîne.

(fr)

ANHA