​​​​​​​Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê çû Tirkiyeyê

Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ji bo hevdîtinên têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan çû Tirkiyeyê.

​​​​​​​Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê çû Tirkiyeyê
25 ÇILE, 2023   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatan hene û li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kom bûne, çû Tirkiyeyê. Delegasyon dê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike.

Heyet dê wekî 3 heyetên cihê hevdîtinan bike û dê di 28’ê Çileyê de li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê li dar bixe.

Delegasyon dê li Enqereyê bi Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê re, li Amedê bi malbatên ku xizmên wan li Îmraliyê di girtîgehê de ne, Dayikên Aştiyê û Med Tûhad-Fedê re û li Stenbolê jî bi Buroya Hiqûqê ya Asrinê, saziyên hiqûqê û ÎHD'ê re hevdîtinan pêk bîne.