MÎT′ê li Cindirêsê 2 kes revandin

MÎT′ê 2 kes li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

MÎT′ê li Cindirêsê 2 kes revandin
25 ÇILE, 2023   07:03
ŞEHBA

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih dane, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) welatiyên bi navên Mihemed Reşîd Hiso (32) û Ferman Eloş Sedo (28) ên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çavkaniyan da zanîn MÎT′ê welatî ber bi cihekî nediyar ve birine û aqûbeta wan ne diyar e.

(fr)

ANHA