​​​​​​​Bi dorpêçê re hin edetên civakî hatine guhertin

Ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, şêniyên dorpêçêkirî neçar mane ku hin edetan û di nav de rêbazê taziyeyê, biguherinîn.

​​​​​​​Bi dorpêçê re hin edetên civakî hatine guhertin
25 ÇILE, 2023   01:33
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Danîna konê sersaxiyê (taziyeyê) di rewşên wefatê de, çandeke kevnar a herêmê ye.

Lê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin, rêbazê pêşwazîkirina mêvanên hatine taziyeyê, hatiye guhertin.

Di rewşên aasayî de, di dema wefatê de 2 konên mezin (yek ji bo jinan, yek ji bo mêran) ji bo 3 rojan tên dayîn û taziye tê qebûlkirin.

Lê ji ber dorpêçê, tunebûna sotemeniya ji bo germkirinê û bilindbûna buhayê kirêkirina konan, malbatên ku endam an xizmên wan wefat dikin li cihekê nêzî malên xwe pêşwaziya mêvanan dikin. Hinek malbat ji bo germkirinê menqeleyên komir an jî alavên din ên têne şewitandin, bi kar tînin.

(zh/bb)

ANHA