Pêkhateyên herêmê bi israr daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên beşdarî hemleya îmzeyan a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bûne, bal kişandin ser xeteriya tecrîdê û gotin: “Divê CPT ne ji bo dewletan, ji bo mafên mirovan kar bike.”

Pêkhateyên herêmê bi israr daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin
24 ÇILE, 2023   23:34
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hemleya îmzeyan da destpêkirin.

Welatiyên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên ku di hemleyê de cih digirin, têkildarî sedem û israra girtina agahiyê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Besam Qaso yê ji pêkhateya Suryan diyar kir ku ew bi navê tevahî xiristiyanan beşdarî çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dibin.

Besam Qaso bal kişand ser metirsiyên li ser jiyana Rêber Ocalan, daxwaza serbestberdana wî kir û destnîşan kir ku ew bi rêya hemleya îmzeyan bang li rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî dikin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bişopînin.

JINÊN EREB BI FIKRÊN RÊBER OCALAN SERÎ HILDAYE

Ji pêkahteya Ereb jî Xufran Kewkeb anî ziman ku we bi projeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan bawer in û wiha got: “Bi taybet jinên Ereb fikrên Rêber Ocalan wek destpêka serhildanê dîtin.”

Xufran da zanîn ku ew ê bi rêya komîn û meclisan dê sardana hemû malan bikin û xetereya li ser rêber Ocalan şîrove bikin.

‘ERMEN LI HER DERÊ PIŞTGIRIYA RÊBER OCALAN DIKIN’

Gerabêt Manok a ji pêkhateya Ermen jî bal kişand ser sekna wan a li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan.

Gerabêt Manok helwesta rêxistinên hiqûqî û mirovî ya li hember tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan rexne kir û wiha anî ziman: “Em girtin û tecrîdkirina têkoşeran qebûl nakin.”

Gerabêt Manok wiha lê zêde kir: “Bi salan e em di nava hemleyan de ne. Ermen ne tenê li herêma Cizîrê, li Ermenistan û Fransayê jî piştgiriyê didin fikr û felsefeya rêber Ocalan. Em şopdarên vê felsefeyê ne.”

‘BILA XEBATA CPT’YÊ JI BO MAFÊN MIROVAN BE, NE JI BO DEWLETAN’

Ji pêkhateya Kurd Salih Omer jî diyar kir ku ji dema destpêkirina Komploya Navneteweyî ve li ser pêyan e û wiha axivî: “Pêkhate û baweriyên li cîhanê bi Kurdan re ji felsefeya rêber Ocalan bawer in.”

Omer bal kişand ser rola CPT’yê û got: “CPT li gorî zagonên xwe tevnagere. Divê xebata wê ji bo mafên mirovan be, ne ji bo dewletan.”

Hemleya komkirina îmzeyan ku 22`yê Çileyê hate ragihandin, wê heta 15`ê Sibatê dewam bike.

ANHA