​​​​​​​Ciwanên Dêrazorê nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê red kir

Ciwanên ji rojhilatê Dêrazorê nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de red kir û got hewldanên wiha xizmeta sûriyeyan nakin.

​​​​​​​Ciwanên Dêrazorê nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê red kir
25 ÇILE, 2023   03:38
DÊRAZOR-SAMIR EBDULEZÎZ

Ciwanên ji herêma rojhilatê Dêrazorê têkildarî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê axivîn.

Endamê rêveber ê Komîteya Ciwan û Werzîşê Ednan El Casim got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me û bikaranîna çekên giran û balafirên bêmirov red dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide berjewendiyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne."

El Casim diyar kir ku nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de nakeve xizmeta berjewendiya gelê Sûriyeyê, lê belê armanca wê yekê xêr û bêr û dewlemendî werin talankirin û bikeve xizmeta dewletên hegemon û kapîtalîst.

El Casim wiha pê de çû: "Em ê heta pêkanîna serkeftin, ewlehî û îstîqrar û avakirina Sûriyeyeke nû destekê bidin QSD′ê. Divê ciwan bi domdarî fikrên rêber Abdullah Ocalan berbelav bikin, civakê ji tevahî êriş û şeran hişyar bikin da ku azadî û aştî pêk were."

Her wiha endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Selam El Îsa wiha got: "Em nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de red dikin. Ev nêzîkbûn tenê ji bo talankirina xêr û bêrên welat, dagirkirina xaka wê û koçberkirina şêniyên wê ye û nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê."

El Îsa di dawiya gotina xwe de îşaret bi helwesta Erebistana Siûdî û Misirê ya şermezarkirina gefên leşkerî yên li dijî herêmê kir û wek helwesteke erênî nirxand.

(fr)

ANHA