​​​​​​​Erdogan dev ji çûyîn Berlînê berda

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ku dihat payîn dawiya vê hefteyê biçe paytexta Almanya Berlînê, serdana xwe betal kir. Hat ragihandin ku Enqereyê li ser naverok û dema serdanê bi Berlînê re li hev nekiriye.

​​​​​​​Erdogan dev ji çûyîn Berlînê berda
24 ÇILE, 2023   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefteya çûyî medyaya Tirkiyeyê dabû xuyakirin ku wê Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan 27’ê Çileyê biçe paytexta Almanya Berlînê û du rojan bimîne. Lê ji ber ku hikûmeta bi serokwezîriya Olaf Scholz bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re li hev nekir, Erdogan dev ji çûyîna Berlînê berda.

Tora Karê Nivîsê ya Alman (RND) da zanîn Jens Plotner ê şêwirmendê Scholz û berdevkê qesra Erdogan Îbrahim Kalin hevdîtin kiriye, lê li hev nekiriye, ji wê yekê jî Erdogan dev ji çûyîna Almanyayê berdaye.

Tê têxmînkirin ku piştî Parlamenterê AKP’ê yê Nevşehîrê Mustafa Açikgoz ku li Neûssê bi alîgirên xwe re hat ba hev û Kurd û muxalîfên rejîma Erdogan ji xwe re kirin armanc, hikûmeta Almanyayê li ser serdana Erdogan erê nekiriye.

Erdogan dixwest beriya hilbijartinan li Almanyayê bi alîgirên xwe re bicive û şovê bike. Lê hikûmeta Scholz ku berteka civaka Alman neda ber çavên xwe, bi baldarî nêzîkahî li xwepêşandanên desthilatdariya AKP-MHP’ê kir.

Lewra Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bertek nîşanî civîn û gotinên Açikgoz da û bang li Sefaretxaneya Tirk kir ku biçe wezaretê.

(cx)