​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-1-2023
24 ÇILE, 2023   23:00

Hemleya berhevkirina îmzeyan a ku Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajar, navçeyên kantona Qamişlo dest pê kiriye didome ku îro saet di 10:00`an de ji Dirbêsiyê û Şedadê ya kantona Hesekê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo cenazeyê welatiyê bi navê Ebdurehman Husam Hesam ê ku di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî rêya Qamişlo-Dêrik de di 18`ê Çileyê de şehîd bûye, li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê têkildarî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de daxuyaniyek li pêşiya avahiya wezaretan a li Minbicê didin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî tecrîdê, xwepêşandanek ji çerxerêya Şehîd Rûbar a Qamişlo li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên beşdarî hemleya îmzeyan a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bûne, bal kişandin ser xeteriya tecrîdê û gotin: “Divê CPT ne ji bo dewletan, ji bo mafên mirovan kar bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên ji rojhilatê Dêrazorê nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de red kir û got hewldanên wiha xizmeta sûriyeyan nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Destpêkê Sûriye Selman Şebîb anî ziman ku divê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de diyalog werin kirin û got, eger diyalog pêk werin dê bibe destpêka Sûriyeyeke nû û rizgarkirina herêmên dagirkirî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, şêniyên dorpêçêkirî neçar mane ku hin edetan û di nav de rêbazê taziyeyê, biguherinîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Tebqayê amadekariyên avakirina kargeha xertûman dike. Tê payîn ku dê di çaryeka îsal de kargeh bikeve xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Hefteya borî koordînatorê Koşka Spî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û fermandarê Feyleq El Qudus Îsmaîl Qaani gihaştin Bexdayê. Wextê serdanan, pirsnîşan têkildarî hevrikiya Amerîka-Îranê ya domdar li ser Îraqê çêkir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA