​​​​​​​ʹDiyalogên Rêveberiya Xweser û Şamê wê bingeha rizgarkirina herêmên dagirkirî ava bikeʹ

Serokê Partiya Destpêkê Sûriye Selman Şebîb anî ziman ku divê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de diyalog werin kirin û got, eger diyalog pêk werin dê bibe destpêka Sûriyeyeke nû û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

​​​​​​​ʹDiyalogên Rêveberiya Xweser û Şamê wê bingeha rizgarkirina herêmên dagirkirî ava bikeʹ
25 ÇILE, 2023   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL HEBÎB

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê gelek caran banga diyalogan li hikumeta Şamê kiriye. Lê hikumeta Şamê guh nade van bangan. Aliên siyasî yên sûriyeyî diyalogan wekî pêwîstiyekê dibînin ku dê Sûriyeyê ji aloziyê rizgar bike.

Beriya çend rojan Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bang li hikumeta Şamê kir ku nekeve nava siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca qirkirina Kurdan û got: "Berjewendiya Sûriyeyê ne di tasfiyekirin, qirkirina Kurdan de ye. Berjewendiya Sûriyeyê bi Kurdan re tifaqkirin e, pirsgirêkên xwe bi Kurdan re çareserkirin e. Lazim e Sûriye neyê lîstikên dewleta Tirkiyeyê."

ʹEM DAXUYANIYÊN BAYIK ERÊNÎ DINIRXÎNINʹ

Serokê Partiya Destpêkê Sûriye (Sûriye Ewlen) Selman Şebîb bal kişand ser daxuyaniyên Cemîl Bayik û got: "Em dikarin tenê bi nirx û erênî li van daxuyaniyan binêrin. Nemaze ku ev daxuyanî ji aliyê kesekî navendî û di têkoşîna gelê Kurd de xwedî bandoreke ve hatine dayîn. Daxuyanî û şîretên wî bi rêzdarî û elaqeyeke mezin ji aliyê hawardoreke berfireh a hêzên siyasî û civakî yên kurdî û ne dûrdî ve, di nav de hêzên Rêveberiya Xweser, hate nîşandan. Ev daxuyanî asta elaqe û berpirsyariya ji berjewendiyên nîştimanî yên gelê Sûriyeyê, yekitiya wê û famkirina kûr a ji xwezaya şer, bûyer, komplo û menawereyên ku li welatê me û tevahî herêmê rû didin, nîşan didin. Rejîma Tirk dijminê herî mezin e û aliyê herî bi zirar li ser serdestî û yekitî û gelek dewletan, di serî de welatê me Sûriyeyê ye. Siyasetên rejîma Tirk bi awayekî neyinî bandorê li berjewendiyên gelan, têgeh û hestên piştevanî û biratiya di navbera wê û hemû pêkhate, netewe û olên gelê Tirk de dikin."

Şebîb anî ziman ku daxuyaniyên Bayik di vê demê de xwedî girîngiyeke taybet e û ev li nirxandinên xwe zêde kir: "Pêvajoya ku pirsgirêka Sûriyeyê tê rê derbas dibe, zehmet e. Astengiyên li pêşberî Sûriyeyê û gelê wê dijwartir dibin ku gihiştine asteke bilind a girêkbûn û xetereyê. Ji ber dirêjbûna temenê aloziyê û astengbûna hemû hewldanên çareseriyên siyasî de Sûriye heta asteke mezin bûye qurbana berjewendiyan, her wiha ji ber şerê mezin ê navneteweyî yê li Ukraynayê, nebûna nîşaneyên lihevkirinên cidî û aktîv ên herêmê yan navneteweyî, ku dikarin çareseriyeke siyasî ya nêz bibîne. Dewleta Tirk bi awayekî kriêt van şert û menawareyan bi kar tîne û gelek aliyên bandorê li dosyaya Sûriyê dikin, pê şantaj dike da ku armanc û timayên xwe pêk bîne.”

DIYALOG VEBIJÊRKA YEKANE YE

Selman Şebîb îşaret bi vê yekê kir ku divê diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pêk werin û got: "Em bi hêvî ne ku banga birêz Cemîl Bayik a ji bo hikumeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser were bersivandin û diyalogên pêwîst werin kirin. Em hertim dibêjin ku diyalog vebijêrka yekane ya li gorî berjewendiyên rasteqîn ên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye. Roj bi roj girîngî û pêwîstiya tîfaqê zêdetir dibe. Em hêvî dikin û dibêjin ku divê herdu alî bi lez diyalogan bikin, ji ber ku diyalgo wê bingehekî xurt ava bike û ji astengiyên li pêşberî welatê me bibe bersiv, yekitiya Sûriyeyê vegerîne, hewldanên nîştimanî yên sûrî bike yek da ku xaka me ya dagirkirî were rizgarkirin û dawî li hebûna hemû biyaniyên li ser xaka me bîne. Heman demê li hemberî çavneberiyên biyanî, bi taybet ên Tirkiyeyê bisekine û lez berê xwe bide çareseriya siyasî ya ku hêviyên sûriyan bi cih bîne."

Şebîb diyar kir ku hin hêzên herêmî, navneteweyî û sûrî naxwazin lihevkirin çêbibin û ji bo berjewediyên xwe yên taybet zextê dikin da ku hewldanên lihevkirinê têk biçin û wiha pê de çû: "Ji ber ku ev hêzan dizanin ku lihevhatin wê guhertineke erênî di aliyê meydanî, siyasî, aborî, civakî û tevahî qadan de li Sûriyeyê pêk bîne. Ev guhertin û lihevkirin wê derbeyeke mezin li hemberî proje û planên wan ên ku dixwazin berjewendiyên rojavayî li ser hesabê Sûriye, gelê wê û hêviyên wê yên avakirina pêşerojeke pêşketî layîqî wê, pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku heger diyalog di navbera hikumetê û hêzên Rêveberiya Xweser de çêbibin û li ser hesabên nîştimanî sûrî bin û dûrî hesabên teng û şer û daxwazên giran bin, eger ev diyalog astmosfêra baweriyê ava bikin wê  hemû pirsgirêkên heyî werin çareserkirin, wê lihevkirinekê pêk wre  û dê tevahî zext û hewldanên qirêj ên astengkirinê werin pûçkirin."

EGER DIYALOG BI BIN KEVIN, WÊ ENCAM FELAKET BINʹ

Li ser encamên binkeftina diyalogan, seroka Partiya Destpêkê Sûriye Selman Şebîb ev tişt got: " Ez nikarim bifikirim ku her du alî li hev nekin. Ji ber ku teqez dê encamên hemû vebijêrkên din felaket bin. Di radeya yekemîn de bandorê li herêmê û gelên wê bike. Bandora wê ya yekemîn a herî xeternak wê parçebûn be. Pê re dê şerekî giran, koçberî, birçîbûn û guhertina demografiyê rû bidin. Ez nikarim vê fêm bikim çima, herdu alî dikarin bi alî û hêzên biyanî re diyalogan bikin û bigihêjin lihevkirinan, lê wekî ku sûrî ne lihev nakin. Di bingehê de ev her du alî bira ne û nasnameya nîştimanî û berjewendiyên hevpar wan dikin yek. Her du alî li hemberî xeterî û astengiyên  hevbeş rû bi rû ne. Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de, beriya ku dem derbas bibe bighêjin lihevkirinekê." 

(bb)

ANHA