Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn

Fîdan Dogan ku li Parîsê hatibû qetilkirin bi merasîmekê li ser gora xwe hat bibîranîn.

Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
9 ÇILE, 2023   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şehîdên Komkujiya Yekemîn a  Parîsê, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan li ser gora xwe ya li Taxa Xopon a Elbistan a Mereşê hat bibîranîn.

 Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li merasîma bîranînê bûn.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di merasîmê de axivî, şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn û got: ʹʹDewlet çiqas qirêjî dibin bila bibin lê nikarin xwe li pêşiya jinên ku biryara berxwedanê dane bigirin. Zû yan jî dereng ev heqîqet teqez dê derkeve holê û faîlên wan her sê jinên Kurd hesabê bidin.

Piştî axaftinan jî girseyê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştre jî beşdaran şalên mor û qurnefîl danîn ser gora Dogan û bîranîn bi dawî bû.