Behsa serdana Reîsî ji bo Sûriye û Tirkiyeyê tê kirin

Tehranê ragihand ku serokkomar Îbrahîm Reîsî plan dike ku serdana Sûriye û Tirkiyeyê bike.

Behsa serdana Reîsî ji bo Sûriye û Tirkiyeyê tê kirin
9 ÇILE, 2023   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî têkildarî mijarê got: “Ji ber ku gelek vexwendin di vê derbarê de hatin, hikumet serdana serokkomar Reîsî ji bo Sûriye û Tirkiyeyê di dema pêş de, nîqaş dike.”

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrieyê Eymen Sosan jî serdana paytexta Îranê Tehranê kiriye û bi hejmarek rayedarên Îranê re têkiliyên dualî, geşedanên dawîn li herêmê û dozên hevbeş nîqaş dike.

(cx)