Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn

Şehîdên komkujiyên Parîsê li navçe û bajarên herêma Cizîrê hatin bibîranîn. Di bîranînan de soza tolhildana şehîdan hate dayîn.

Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
Pêkhateyên Cizîrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn
9 ÇILE, 2023   13:58
QAMIŞLO

Şêniyên  bajarê Hesekê û navçeyên kantona Qamişlo bi hemû pêkhateyên wê bi dirûşma "Bi rih û têkoşîna Sara û Evînan em ê kujeran têk bibin" şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn.

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yyrjAjVfSSg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ji çerxerêya Şehîd Cîhan heta qada Jina Azad meşiyan. Şêniyan dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Ji hedefkirina jinan li Parîsê re na"  berz kirin. Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan, pankartên bi nivîsên "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bbin", "Bi rihê Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin", "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" û "Her jinek cîhan e, cîhana xwe biparêzin" hildan.

Li qada Jina Azad endama rêvebera PYDʹê Minewer Xalid şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û got: "Li hemberî êriş û polîtîkayên pergala baviksalarî ya li dijî jinan, em îrade û hebûna xwe diparêzin. Jina ku xwedî li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derketiye, wê tu hêzên li cîhanê nikaribin îradeya wê bişkîne."

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qa1Fj5Qi_KI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancî bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi pêkhateyên wê; Kurd, Ereb û Suriyan meşiyan.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi navenda Çandê ya Hêzil ve dest pê kir. Şêniyan wêneyên şehîdên komkujiyên Parîsê hildan û dirûşmên şermezarkirina komkujiyê berz kirin.

Meş li pêşiya Navenda Hêzil rawestiya. Hevseroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û diyar kir ku siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan û pêkhateyên Kurdistanê bi komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re dest pê kir.

Evîn Paşo bang li desthilata Fransa û dewletên Yekitiya Ewropayê kir ku herdu komkujiyên Parîsê ronî bikin û got: "Ji ber bêdengiyê MÎT komkujiyan li dijî Kurdan didomîne."

Evîn Paşo soza domandina têkoşînê ta têkbirina terorê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CjMqqP1arIs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Hemîsê jî şehîdên komkujiyên Parîsê bi meşekê hatin bibîranîn.

Meş ji pêşiya navenda Polîsên Trafîkê dest pê kir. Şêniyan wêneyên şehîdên komkujiyên Parîsê, alên PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star hildan û dirûşmên"Bijî berxwedana gelan", "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd namirin" berz kirin.

Meş li  çerxerêya Dozgeriya Giştî sekinî. Li vir endamê Meclisa Mablatên Şehîdan a Til Hemîsê Xidir El Hac axivî û di kesayeta hemû şehîdên azadiyê de şehîdên herdu komkujiyên Parîsê bi bîr anîn.

Xidir El Hac anî ziman ku têkoşer Sara adetên kevin qebûl nekir û nirxên pîroz parast. El Hac di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Di çalakiyê de endamê Rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Til Hemîsê Etallah El Sebai komkujiyên Parîsê şermezar kir û anî ziman şehîd Sara li tevahî cîhanê bû mînak.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tIy-QY22L-0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi sed kes herikîn qadan û nerazîbûn nîşanî komkujiyên Parîsê da.

Meş ji qada Şehîd Mahsûm dest pê kir. Şêniyan wêneyên şehîdên herdu komkujiyên Parîsê, alên Kongra Star, posterên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Na ji komkujî û qirkirinê re" vekirin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berz kir.

Meş ku çerxerêya Dela careke din li qada Şehîd Mahsûm vegeriya û li wir veguherî mîtîngê.

Li vir endama Rêveberiya Saziya Perwerdeyê Nezha Seyfedîn axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefkrina jinên pêşeng û têkoşer hewl dide şoreşa jinê têk bibe.

Nezha Seyfedîn anî ziman ku hikumeta Fransayê şirîkên herdu komujiyên Parîsê ye û banga hesabxwestina ji faîlên komkujiyan kir.

Nezha Seyfedîn di dewama axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk û îstîxbarata wê nikare îradeya me têk bibe, ji ber ku bi her şehadetekê re em soza tolhildan û têkoşînê nû dikin."

Endamê Desteya Rûspiyên Eşîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Raxib El Faris sûcên li dijî têkoşerên Kurd şermezar kir û got: "Şehîdên herdu komkujiyên Parîsê bûne alaya avakirin û pêşxistina civakeke edalet û wekhev û bûne rêya belavkirina xeta jina azad li tevahî cîhanê."

El Faris li hemberî êrişan banga hevgirtinê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî "Şehîdên me mîsogeriya têkoşîna me ne. Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku armancên şoreşê bighînin serî. Bi xwîna pak a şehîdên me wê tevahî komployên li ser şoreşa me û Rêber Apo têk biçin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdn re bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4T-WWVv3qNQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê jî, bi sedan kes ji çerxerêya Şehîd Xebat heta naverasta navçeyê meşiyan. Şêniyan dirûşmên silavkirina berxwedana jinan berz kir.

Li naverasta navçeyê Rêvebera Kongra Star Rîhan Temo axivî û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îradeya xwe ji fikr û felsefeya rêber Ocalan û şehîdan digirin. Rîhan Temo anî ziman ku bi şehadeta têkoşer Sakîne û hevalên wê re bi hezaran jinên Rojhilata Navîn rihê têkoşînê geş kir.

Meş bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

HESEKÊ

Şêniyên kantona Hesekê jî bi meşeke girseyî şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn. Şênî ji çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a taxa Mişêrfê heta qada Şehîd Delîl a taxa Nasirayê meşiyan. Şêniyan wêneyên şehîdên komkujiyên Parîsê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Qetilkirina hersê têkoşeran qetilkirina her jineke têkoşer li cîhanê ye", ʹʹBi rih û têkoşîna Sara û Evînan em ê azadiya jinan mîsoger bikin", vekirin û bê navber dirûşmên "Na ji qetilkirina jinan re", "Na ji şikenadina îradeya jina azad re" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Meş li qada Şehîd Delîl rawestiya. Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo şehîdên Parîsê bi bîr anîn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî qetilkirina jinan şermezar kir.

Hevserokê Meclisa PYDʹê yê navçeya Holê Emar El Mûsa jî got, armanc ji komployên li dijî jinan têkbirina vîna wan a azad e.

El Mûsa bang li hêzên navneteweyî kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk tînin, muhasebe bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan û jinan bi dawî bû.

ANHA