QSDʹê depoyek din a çekan a DAIŞʹê desteser kir

QSDʹê li gundekî Til Hemîsê depoyek din a çek û çebilxaneyan a çeteyên DAIŞʹê desteser kir.

QSDʹê depoyek din a çekan a DAIŞʹê desteser kir
9 ÇILE, 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Qîrewan ê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê depoyek din a çek û çebilxaneyan a çeteyên DAIŞʹê desteser kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

ʹʹHêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk, li hrêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên leşkerî li dijî şaneyên rêxistina tororîst a DAIŞ`ê didomînin, bargeh û nuqteyên veşartî yên şaneyan hildiweşîne û endamên şaneyan digirin.

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên berdewama Operasyona ʹBirûska Cizîrêʹ de, hêzên me îro (Duşemê) li gundê Qîrewan ê girêdayê bajarokê Til Hemîsê depoyeke çekan desteser kir. Di vê depoyê de miqdareke mezin a madeyên teqemeniyê, mayîn û cebilxane û hejmarek çek hatin dîtin.

Ji made û alavên ku ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin; mayînên ku ji bo teqînan hatibûn amadekirin hebûn ku terorîstan di dema êrişên xwe yên xwekujî de li xwe dipêçandin. Her wiha miqdareke mezin a bombeyên eyarkirî hatin dîtin ku terorît ji bo teqandina cihên giştî bi kar tînin. Madeya C-4 jî hate dîtin ku terorîst di çêkirina teqemeniyan de bi kar tînin. Di depoyê de telefonên destan ên ji bo teqandina bombeyan ji dûr ve, mayînên taybet ji bo teqandina erebeyan, miqdareke cebilxane, hejmarek çekên kalaşnîkov, rextên leşkerî, çente û pêwîstiyên din ên leşkerî hebûn.

Ev cara duyemîn e ku hêzên me li gundê Qîrewan depoyên çek, cebilxane û alavên leşkerî desteser dikin. Beriya derdora du mehan hêzên me li heman gundî miqdareke mezin a çek, cebilxane û madeyên teqîner desteser kirin. Hêzên di dema Operasyona Birûska Cizîrê de li vî gundî 3 terorîst girtin. Hersê terorîst di êrişa destpêka sala borî ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de cih girtibûn. Ev êriş ji aliyê hêzên me ve hat têkbirin. Ev depo ji bo amadekarina erebeyên bombebarkirî jî dihat bikaranîn. Terorîsan li vî cihî du erebeyên bombekirî amade kiribû û di destpêka êrişa li ser girtîgeha  Sînaayê teqandin."