Jinan banga hevgirtina bi têkoşîna gelê Kurd re kir

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku her du komkujiyên Parîsê, israra pergalên faşîst a dûrxistina doza kurdî ji cewhera wê bi rêya tunekirina nasnameya jinan, nîşan dide.

Jinan banga hevgirtina bi têkoşîna gelê Kurd re kir
9 ÇILE, 2023   11:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 10`emîn a Komkujiya Parîsê ya Yekemîn ku tê de sê jinên şoreşger ên Kurd (Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan) hatin şehîdxistin, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Qamişlo û Reqayê daxuyaniyek hevpar da.

Daxuyaniya li Qamişlo ji aliyê endama Koordînasyona Meclias Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hesen û endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Dada ve li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, hat xwendin.

Li Reqayê jî daxuyanî ji aliyê endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El Hesen ve li Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef hat xwendin.

RIZGARIYA JINAN HÊZA DESTHILATÊ QELS DIKE

Di destpêka daxuyaniyê de bal li ser Komkujiya Yekemîn a Parîsê hat kişandin û hate gotin: “Destên xiyanetê sûcekî kuştinê yê siyasî pêk anîn ku wijdanê bi milyonan Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û wijdanê tevahî azadîxwazên cîhanê hejand.”

Hat destnîşankirin ku ew sûc ji bo astengkirina diyaloga ji bo çareserkirina doza kurdî li Bakurê Kurdistanê û pêkanîna aştiyê, pêk hat.

Bal li ser rêwîtiya têkoşînê ya şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê jî hat kişandin û hat gotin ku Sakîne Cansiz û hevalên wê ne tenê ji bo jinên Kurd, lê belê ji bo tevahî jinên cîhanê têkoşiyan.

Hat diyarkirin ku heta niha komkujî ji aliyê dewleta Fransayê ve nehatiye ronîkirin û hesab ji sûcdaran nehatî xwestin.

Hat bibîrxistin ku hedefgirtina jinên pêşeng armanca sereke ya pergalên faşîst û paşverû ye û heta niha li dijî pergala baviksalariyê û ji bo bidestxistina azadiyê, bi sedan jinên mîna Roza Luksembûrg, Kilara Zetkîn, Xwişkên Mîrabal û Yadê Gulnaz, têkoşiyane.

EŞKEREKIRINA SÛCDARAN

Di daxuyaniya platformê de îşaret bi siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên dijî jinên Kurd jî hatin kirin û wiha dewam kir: “Pergalên faşîst û di serî de dewleta Tirk bi vê komkujiyê bes nekirin, lê belê li dijî jinên pêşeng gelek komkujî pêk anîn, mîna Komkujiya Duyem a Parîsê ya li djiî heval Evîn Goyî û hevalên wê Abdurehman Kizil û Mîr Perwer. Ev jî isara wan a dûrxistina doza kurdî ji cewhera wê bi rêya tunekirina nasnameya jinan û şikandina vîna wan, nîşan dide.”

Şehîdên komkujiyên yekem û duyem ên Parîsê hatin bibîranîn û bang li hêzên navneteweyî û dewleta Fransayê hat kirin ku sûcdaran eşkere bikin û darizînin. Bang li azadîxwazên cîhanê, tevgerên hiqûqî û tevgerên jinan jî hat kirin ku li her derê piştgiriyê bidin gelê Kurd û têkoşîna jinan.

(cx)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/Z0aCkMxrbgI" title="Kadınlar Sara, Rojbîn ve Ronahî’yi andı" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>