Rêxistina Sara navenda xwe li Helebê vekir

Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê navendeke xwe vekir.

Rêxistina Sara navenda xwe li Helebê vekir
9 ÇILE, 2023   11:03
HELEB

Di salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê ya 9ʹê Çileya 2013ʹan de ku Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tê de hatin qetilkirin, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan navenda xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di merasîma vekirina navendê de amade bûn.

Berdevka Rêxistina Sara Arzu Temo axivî û diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşê jinan tê naskirin û ev şoreş berhema têkoşîna bi salan e.

Arzu Temo got tevî destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, lê hîn jî ji aliyê desthilata baviksalar ve tundî li ser wan tê meşandin û wiha domand: "Eger civak bixwaza ji bandorên xetere yên tundiyê xilas bibe divê li hemberî wê bisekine. Xebatên Rêxistina Sara jî di vê çarçoveyê de ne."

Rêvebera Rêxistina Sara ya şaxê Helebê Ranya Cafer jî bal kişand ser êrişên li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê û got pergalên kapîtalîst ji serkeftinên jinan ditirsin, ji ber vê yekê wan dikin hedef.

Ranya Cafer şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û bang li hikumeta Fransayê kir ku sûcdaran eşkere bike, wan sewqî edaletê bike û dev ji destekdayîna hêzên faşîst berde.

Ranya Cafer di dawiyê anî ziman ku Rêxistina Sara a Helebê wê bi hemû îmkanên xwe bixebite heta ku dawî li tundiya li ser jinên herêmê bîne.

Piştî axaftinan, endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Vajîn Mihemed deriyê navendê vekir. Merasîm bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Li gorî rêveberên Rêxistina Sara, vekirina navendê li Helebê yek ji planên rêxistinê yên sala 2023ʹyan e. Tê payîn ku navendên rêxistinê li herêmên din ên Sûriyê jî werin vekirin.

ANHA