Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li du xwepêşanderên din birî

Hate ragihandin ku du xwepêşanderên din bi mebesta pêkanîna cezayê bi darvekirinê, rêkirine hucreyên yek kesî. Li hemberî vê biryarê nerazîbûn hatin nîşandan.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li du xwepêşanderên din birî
9 ÇILE, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di derengiya şevê de çalakvana mafên mirovan Anta Daîmî di rupela xwe ya Twîtterê de ragihand ku du xwepêşanderên bi navê Mihemed Biruxnî û Mihemed Qubadlû ji bo pêkanîna cezayê bi darvekirinê rêkirine hucreyên yek kesî.

Piştî belavbûna agahiya rêkirina herdu girtiyan ji bo hucreyên yek kesî, hin kesên ku torên medya civakî bi kar tînin, bi rêya bangewaziyê hewl dan rê li ber darvekirina herdu girtiyan bigirin. Li ser vê bangê gelek xwepêşander li ber girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê kom bûn.

Di xwepêşandanê de dayika girtiyê bi navê Mihemed Qubadlû axivî û got: “Kurê min nexweşe û rapora dixtor heye, lê evane naxwazin qebûl bikin.”

Li gorî parêzer û çalakvanên siyasî dibêjin, Mihemed Biruxnî (19) û Mihemed Qubadlû (22) di ‘dadgehek ne dadperwerî’ de ji ber tevlî xwepêşandanan bûne, cezayê bi darvekirinê lê hatine birîn.

Herdu ciwan bi tawana ku ‘belavkirina xirabiyê ser rûyê erdê’ û ‘li dijî xuda şer kirinê’ cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Ji destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heta niha ve 4 xwepêşander ji aliyê desthilatiya Îranê ve hatine bi darvekirin.