Di êrişên artêşa dagirker de windahiyên hêzên hikumeta Şamê çêbûn

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Bêlûniyê yê kantona Şehbayê de ji nav hêzên hikumeta Şamê windahî hene.

 Di êrişên artêşa dagirker de windahiyên hêzên hikumeta Şamê çêbûn
21 mijdar, 2022   05:48
ŞEHBA

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker heta derengiya şevê êrişên xwe li ser gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê dewam kirin.

Di encamê de hin leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da, hinek jî birîndar bûn. Lê hejmara wan nehat tesbîtkirin.

ANHA