Mihemed Şahîn li dijî dagirkeriya Tirk banga berxwedanê li gel kir

Mihemed Şahîn gpt ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ên bi armanca valakirina herêmê, dê nesekinin û bang li şêniyan kir ku haya wan ji niyetên hovane yên Tirkiyê hebe.

Mihemed Şahîn li dijî dagirkeriya Tirk banga berxwedanê li gel kir
21 mijdar, 2022   05:40
KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn têkildarî êrişên hewayî yên ku dewleta Tirk di 20′ê Mijdarê li dijî Kobanê de pêk anîne, ji ajansa me re axivî.

Mihemed Şahîn got: "Ji beriya çend salan de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û biçek êrişî Kobanê dike, lê rewşa niha hate guhartin. Dagirkerî êdî bi balafirên şer welatiyan bombebaran dike û siyaseta tirsandinê dimeşîne. Ji şeva din de hîna balafirên şer li ser asîmanê herêmê digerin û gelek êriş li dijî Kobanê pêk anîn."

Şahîn destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinîne û wiha domand: "Em bi dewleta Tirk di şer de ne. Lê dikarin bêjin ku ev cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafirên şer Kobanê bombebaran dike. Careke din em dubare dikin ku êrişên dewleta Tirk ên bi armanca valakirina herêmê ji şêniyan û koçberkirina wan, dê nesekinin."

Mihemed Şahîn bang li şêniyên Kobanê û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember armancên dewleta Tirk ên koçberkirina şêniyan bisekinin û li hember van êrişan berxwedanê bilind bikin.

(fr)

ANHA