​​​​​​​Îranê carek din li baregehên partiyên li Başûrê Kurdistanê da

Dewleta Îranê carek din êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistan yên li Başûrê Kurdistanê kir. Li gorî agahiyan di encama êrişê de kesek jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Îranê carek din li baregehên partiyên li Başûrê Kurdistanê da
21 mijdar, 2022   06:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê duh derengiya şevê di saet 12:20’an de carek din êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye, Wargeha Cêjnîkan ya li nêzî Hewlêrî, baregeha Komeleya Zehmetkêşana Kurdistan ya li Zirguwêz a Silêmaniyê kir.

Dewleta Îranê destpêkê bi çar muşekan baregeha Hizba Demokrat ya Kurdistan a Îranê ya li Koyeyê bombe kir. Di heman demê de baregehên Zehmetkêşana Kurdistan ya li herêma Zirgiwêz ya Silêmanî û Wargeha Cêjnîkan ya nêzî Hewlêrê ku penaberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê tê de ne, bombe kir.

Endamê Rêveberiya Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê Amanc Zêbayî der barê êrişan de ji Rojnews re axivî û got; “Dewleta Îranê baregehên li Koye bombebaran kir, lê heya niha em nizanin çi ziyanek çêbûye.”

Li gorî agahiyên Komeleya Zehmetkêşan, dewleta Îranê bi dronan êrişî herêma Bane Gewre ya li Zirgiwêz kiriye.

Her wiha hate ragihandin ku dewleta Îranê bi du dronan êrişî wargeha Cêjnîkan jî kiriye û ji ber êrişê welatiyek jiyana xwe ji dest daye.