Plana dewleta Tirk a li bakurê Sûriyê rojeva rojnameyên erebî yên îro bû

Rojnameyên erebî yên vê sibê, têkildarî plana dewleta Tirk a dagirker ku çeteyên sûrî li bakurê Sûriyê di bin fermana Cebhet El Nusra de bike yek û nakokiyên DYA û Çînê ku dewletên herî zêde dibin sedema germbûna cîhanê, nivisîn.

Plana dewleta Tirk a li bakurê Sûriyê rojeva rojnameyên erebî yên îro bû
8 mijdar, 2022   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TIRKIYÊ JI KOMÊN XWE RE: JI BO KU BI EL COLANÎ RE BIBIN YEK XWE AMADE BIKIN’

Der rewşa Sûriyê de rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivisî: “Li gel zextên zêde yên li ser Enqereyê yên j ber zêdegaviyên komên di lîsteyên terorê yên cîhanê de, beriya çend rojan, Tirkiye gazî serçeteyên komên li gundewarê Helebê kir û ew bi hêvî kir ku planên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) têk bibe, nexweşrê weke berê vegerîne.

Piştî 3 hefteyan li ser firehbûna qada hegemonyaya HTŞ`ê li gundewarên Helebê, ji bo ku saziyên Ebû Mihemed El Colanî rewşê kontrol bikin, Tirkiyê gazî komên çeteyan kir û bi wan re civiya.

Di civîna dawî ya li Dîlokê ya roja pêncşemê de, heke bi rêbaz be yan jî dema wê ya kurt be an jî encamên wê ji bo koman şokek bû. Berpirsê ewlehiya Tirk Ebû Seîd ê ji bo koordîneyê bi komên sûrî re hatiye erkdarkirin, li gel komeke efseran bilez derbasî civînê bû û bi zimanekî hişk ferman da û gef li koman xwar ku hewl didin peywendiyan bi aliyên derve re deynin. Wî bi vê gotina xwe behsa hewldana `Cebhe El Şamiye` kir ku hewl dide projeyeke `îslamî` mîna ya HTŞ`ê bi desteka Amerîkayê û bêyî koordîneya Enqereyê pêk bîne.

Berpirsê ewlehiya Tirk qebûl nekir gotineke fermandarekî koman guhdar bike, gelek tedbîr ku divê fermandarên koman bi cih bînin, diyar dikin. Ji wan tedbîran, li projeya yekkirina wan a ku Tirkiyê ji zêdetirî 5 salan ve daniye vegerin, her wiha rewşa parçebûna heyî bi dawî bikin, rêveberiya aborî bikin yek da ku barên diravî yên ku dikevin ser Enqereyê sivik bibin. Li gorî van tedbîran Enqere sûdê ji jêderên fînansekirina komên çekdar bigire (rêvebirina dergehan û hwd). Ji tedbîrên din ku berpirsê ewlehiya Tirk daye fermandarên komên çekdar; hemû şaxên ewlehiyê yên girêdayî koman werin hilweşandin, girtîgeh werin valakirin û ji bo rêvebirineke çekdarî ya yekbûyî ku rasterast girêdayî Tirkiyê be û fermanên xwe ji wir bigirin, sazûmaniyeke nû pêk bînin.

Di axaftinekê de ku zêdetirî 40 deqeyan dewam nekir (berevajî parvekirinên çapemeniya Tirkiyê ku îdia kirin ku civîn 4 saetan dewam kir) bal kişandin ser mekanîzmaya ku divê ji bo derxistina Heyet Tehrîr El Şam ji Efrînê yan jî rêbaza ku dê vê projeyê pê bi rê ve bibin.

‘YÊN HERÎ ZÊDE AVHEWAYÊ QIRÊJÎ DIKIN KÎ NE?’

Têkildarî dosyaya avhewayê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Gazên ku ji erdê derdikevin dibin sedema germbûna cîhanê û di encamê de gelek diyardeyên avhewayê yên nebaş çêdibin.

Her wiha hate gotin ku li gorî projeya komeke zanyaran, di sala 2020`an de li Çînê zêdetirî 11.7 milyar ton karbondîoksîd derketiye, yanî bi rêjeya ji sedî 30 li seranserê cîhanî. Li DYA`yê jî, rêjeya karbondîoksîdê gihat 13.5, Yekitiya Ewropayê jî di pileya sêyemîn de ye bi rêjeya ji sedî 7.5, dûre Hindistan bi rêjeya ji sedî 7.

Di van demên dawî de zanyar Çînê wek sedema herî mezin a qirêjiyê destnîşan dikin, lê Pekîn red dike.

Lê çînî amaje pê dikin ku tenê nihêrîna li gazên vê dawiyê bi rastî nîşan nade ka kî bûye sedema pirsgirêkê, ji ber ku karbondîoksît heya 200 salan an zêdetir di atmosferê de dimîne, ji ber vê yekê emîsyonên dîrokî girîng in.

Sekreterê giştî yê yekitiya pisporên hawîrdorê ya Ereb Mecdî Elam ji Şerq El Ewsat re got ev dane, dûrahiya exlaqî ya pirsgirêkê derdixe holê ku dewletên xizan berdêla pirsgirêkeke ku nebûne sedema wê, didin. Cara yekem sala 1850`yî germbûna cîhanê hat belgekirin, pê re ev pirsgirkê zêde bû. Di wê demê de destê Çînê di vê pirsgirêkê de tune bû lê di 20 salên dawîn de Çîn gihaşt lûtkeya dewletên berpirsên vê pirsgirêkê.

‘XETA GAZÊ YA MEXRIB-NÎJERYAYÊ JI EWROPAYÊ RE VEBIJÊRKA HERÎ PÊKAN E’

Têkildarî krîza enerjiyê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Qiralê Mexribê Mihemed ê Şeşem tekezî li ser girîngiya xeta gazê ya ku dê welatê wî bi Nîjeryayê ve girêbide, kir. Bal kişand ser sûdên wê ku ne tenê ji bo Mexribê sînordar in, lê belê ew projeyek stratejîk e ku welatên  Afrîkaya rojava û Ewropayê jê sûd werdigirin. Di nîşaneke zelal de ku ev borî dê bibe vebijêrka herî rast û herî nêzîk ji bo Ewropayê.

Lêkolînerên siyasî dibêjin ku Mexrib li ser serkeftina vê boriyê pêşbinî dikin ku bibe yek ji alternatîfên cidî û ewletir ji bo Ewropayê. Bi taybetî bal kişandin ku Ewropa baweriya xwe bi Cezaîrê wek dabînkerek daîmî û sabît nayîne. Ev yek ji ber hinek sedeman e, ji wan jî ew e ku Cezaîr di dosyeya  wergirtina gazê ya bi Mexrib û Spanyayê re, şantaj pêk aniye. Ev mînakek e ku garantî tune ye di pêşerojê de dubare nebe, ger Ewropî ji Cezaîrê bawer bikin û li ser gaza wê wekî yek ji alternatîfên sabît ên gaza rûsî li hev bikin.

Hemwextî ku cîhan li benda çareseriyan e, eşkere ye ku Cezaîr bi kurtbîniya xwe, guman li derdora xwe çêkir ku bibe çavkaniyek sabît û ewle. Ji bo Ewropayê xetere ew e ku Cezaîr dosyaya gazê bi helwest û mercên siyasî re tev li hev bike, weke ku bi Spanyayê re kir, dema ku xwest dan û standinên bazirganî û aborî bi wê re rawestîne û wê neçar bike helwesta xwe di mijara çolistanê de biguhere.

Şîrovekar dibêjin Ewropa dê li şûna Cezaîrê ji bo dîtina alternatîfeke din a pêbawertir û ewletir, kar bike. Her wiha dê di xeta boriya gazê ya Mexrib-Nîjeryayê de derfeteke rastîn bibîne ku dikare xwe bispêrin wê. Axaftina Cezaîrê ya li ser xeteke boriyê ku wê bi Nîjeryayê ve girê bide, tenê wek bertekeke li ser peymanê dinirxînin ku dê Mexribê bike dergeheke sereke ya gaza Nîjeryayê.”

(şx/hs)