Nasnameya şervanê di êrişa li Qamişloyê de şehîd bûbû eşkere bû

QSDʹê nasnameya şervanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Qamişloyê de şehîd bûbû, eşkere kir û soza rakirina tola hemû şehîdan da.

Nasnameya şervanê di êrişa li Qamişloyê de şehîd bûbû eşkere bû
8 mijdar, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê daxuyand ku şervanê wan Kemal Mihemed Elî Dûdû 6ʹê Mijdarê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Qamişloyê de şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên dagirkeriya Tirk êriş û binpêkirinên xwe li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, bi hemû cure çekên giran û dronan sivîlan, milkên wan, cihên aktîf û yên xizmetguzarî û leşkerî dikin hedef.

Roja şemiya borî balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk erebeya ku hevreyê me Mîtan Şoreş (Kemal Mihemed Elî Dûdû) û 2 hevalên wî tê de bûn, kir hedef. Di encama vê êrişa nemerd de hevalê me Mîtan ê ku bêhnvedana xwe li nav xizmên xwe diborand, şehîd bû.

Hevreyê me beşdarî piraniya pêngavên li dijî rêxistinên terorîst ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Hevreyê me mînaka şervanên wêrek bû ku ji xetereyan natirsin û di jiyana xwe ya leşkerî de nimûneyên bêhempa yên berxwedan û lehengiyê nîşan dan. Her wiha xwedî rihê hevalatî yê bilind bû, ji lew re re ket dilê hemû kesên wî nas kirine û ji wan re bû bira û heval.

Em sersaxiyê ji xwe, malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û em soza rakirina tolê didin. Em ê ala berxwedanê li ba bikin, xeta têkoşîna fedaîtiyê bidomînin heta ku xeyal û armancên wan ên azadî, rizgarkirina herêmên dagirkirî û mîsogeriya ewlehî û îstiqrarê li herêmên me pêk bînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mîtan Şoreş
Nav û paşnav: Kemal Mihemed Elî Dûdû
Navê dayikê: Ebta
Navê bav: Mihemed Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê, 1995
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 6 Mijdar 2022."